Enqere: Festîvala herî mezin a teknolojiyê Teknofest bi rê ve çû

31-08-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Festîvala herî mezin a teknolojiyê Teknofest li Enqereyê bi rê ve çû
Festîvala herî mezin a teknolojiyê Teknofest li Enqereyê bi rê ve çû
Nîşan Teknofest Enqere
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji festîvalên herî mezin ên teknolojiyê Teknofest li Enqereyê bi rê ve çû.

Di festîvalê de zêdetir amaje bi teknojiyên serbazî hate kirin. Di qada festîvalê de xelkê Enqereyê û yên ji derve hatine wêneyên xwe bi balafirên bêbalafirvan re girtin.

Festîval bi piştgiriya 125 sazî, zanîngeh û kompanyayên teknolojiyê tê lidarxistin.

Festîvala teknolojiyê îsal cara yekem e li Enqereyê tê lidarxistin û tê pêşbînîkirin ku derdora 2 milyon kes biçin festîvalê.

Endezyar Yasîn Kotan anî ziman:

“Em qada esmanî ya Tirkiyeyê ku em weke welatê fezayî bi nav dikin diparêzin. Tirkiyeyê li fezayê mafê sê frekansên satelliteyan heye, 42 derece, 31 derece û 50 derece.

Em jî ji wan re satelliteyan amade dikin satelliteyên me sê caran ji van mînakan mezintir in. Satelliteyên me 36 hezar kîlometreyan dûrî cîhanê bi teknolojiya cihanî re dizivirin.”

Di festîvala îsal de herî zêde berhemên xwemalî yên serbazî û pîşesaziya serbazî derdikevine pêş.

Beşa herî mezin a festîvalê ji çekên nû yên teknolojîk û teknolojiya serbazî re hatiye veqetandin.

Bala xelkê herî zêde li ser balafirên ÎHA, SÎHA, helikopterên Atak, Hurkuşan bû.

“Min li vir xeyalên xwe yên zarokatiyê dîtin”

Mamoste û beşdarê festîvalê Ahmet Ege got:

“Demeke dirêj e ez balafirên Kizilelma, Hurkuş û Hurjetê û bi taybetî balafirên ku TUSAŞê û ÎHA û SÎHAyên ku Bayraktar çêdike dişopînim.

Ev kar gelekî xweşiya min diçe û ez pê serbilind im. Ez dikarim bêjim ku min li vir xeyalên xwe yên zarokatiyê dîtin.”

Xwendekar Cihan Armagan anî ziman, “Festîval xweş e û baş e, gelek berhemên cuda hene, herî zêde çekên Sarsilmaz bala min kişand.”

Fokusa sereke ya festîvala îsal li ser balafiran bû, di festivalê de ji bo ku zarok balafiran nas bikin sîmîlasyon û lîstikên cuda cuda jî hatine amade kirin.

Endezyar Samet Serîm got:

“Armanca me ew e ku zarok ji balafiran hez bikin, ev ên ku hûn dibînin weke balafiran e û zarok dikarin vê ezmûnê bijîn, heta ji destê me tê em dixwazin zarok ji balafiran hez bikin.”

Teknofest cara heştem e tê lidarxistin û weke yek ji festîvalên herî bi prestîj ên cihanê tê nas kirin.

Di festîvalê de beşên endezyariyê yên zanîngehan jî prototîpên berhemên xwe peşkêş kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst