Mansur Yavaş berbijêriya xwe ragihand

31-08-2023
RÛDAW
Nîşan Mansur Yavaş Enqere Berbijêr Hilbijartinên Xwecihî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Mansur Yavaş got, "Heke bibe nesîb ez dixwazim weke şaredarê hemû aliyan berdewam bim.”

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê yê CHPyê Mansur Yavaş di vekirina parkekê de axivî û ragihand ku ew dixwaze pênc salên din jî wê şaredariyê bi rê ve bibe.

"Ez dixwazim weke şaredar berdewam bim"

Mansur Yavaş anî ziman ku nêzîkî 4 sal û nîv e şaredartiya Enqereyê dike û wiha pê de çû:

"Malbata min a rêzdar ez bangî we dikim, ez bi we bawer im. Heke bibe nesîb ez dixwazim weke şaredarê hemû aliyan berdewam bim.

Herwekî ku di vê serdemê de min kir, ez ê bi awayekî bê rozet di şaredartiyê de berdewam bim.

Wextê me yê ku em di rêya nîqaşên siyasî wenda bikin tune. Mafê me tune em wê travmaya ku 25 salan li Enqereyê dewam kir dîsan çêkin.

Xweda bike nesîb, heke hûn jî bibin piştevan, ez dixwazim dîsan beşdarî hilbijartinan bibim û 5 salên din bi we re bim.”

"Tiştekî teqez nîne" 

Yavaş herwiha eşkere kir ku pêvajo berdewam e, hîn jî tiştekî teqez nîne û got:

“Malbata min a rêzdar, hun dê di vê rêyê de bi min re bimeşin? Hûn hene ku em bi hev re 5 salên din, bi awayekî adil û dadmendane û bi parastina mafên sêwiyan rêveberiya Enqereyê bikin?"

"Pereyên paqij ên gelê Enqereyê dan projeyên zibil"

Serokê Şaredariya Enqerê yê CHPyê bêyî ku nav bide rexne li beşek ji karên serokê berê yê Şaredariya Enqerê yê AK Partiyê Melîh Gokçek jî girtin û got:

“Pereyên paqij ên gelê Enqereyê dan projeyên zibil. Ji me jî li benda heman kar in. Em nakin. Nadizin û nadin dizîn jî.”

Mansur Yavaş wek berbijêrê CHPyê di hilbijartinên Adara 2019an de bi rêjeya ji sedî 50.9ê dengan li hember hevrikê xwe yê AK Partiyê Mehmet Ozhasekî bi ser ketetibû.

HDP û ÎYÎ Partiyê piştevanî kir

Di wan hilbijartinan de ÎYÎ Partî hevpeymana CHPyê bû û di serkeftina berbijêrên şaredariyên metropolan de rola wê hebû.

ÎYÎ Partiyê di hilbijartinên dawî yên îsal de bi giştî derdora ji sedî 10ê dengên wê hebû.

Berdevkê ÎYÎ Partiyê Kurşat Zorlu roja sêşemê ragihand ku di hilbijartinên xwecihî yên sala bê de partiya wî dê ji bajarên Enqere û Stenbolê berbijêrên xwe hebin.

Ev jî ne di berjewendiya berbijrên CHPyê de ye lê di berjewendiya berbijêrên AK Partiyê de ye.

Ji bilî ÎYÎ Partiyê, HDPyê  di hilbijartinên xwecihî de li metroplên mezin ên Tirkiyeyê piştevaniya berbijêrên CHPyê kiribû.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê her pênc salan carekê hilbijartina şaredariyan tê kirin û biryar e hilbijartina bê jî di 31ê Adara 2024an bê kirin.

Ji bo wan hilbijartinan çavê raya giştî li stratejiya partiyên siyasî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst