Wezîrên parastinê yên Tirkiye û Îraqê civiyan

14-12-2024
Nîşan Yaşar Guler Muhemed Seîd Riza Ebasî Tirkiye Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler û Wezîrê Parastinê yê Îraqê Muhemed Seîd Riza Ebasî civiyan.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê îro Yaşar Guler û Muhemed Seîd Riza Ebasî li Enqereyê li li avahiya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê civiyan.

Lê di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê de derbarê naveroka hevdîtinê ti agahî nehatin belavkirin.

Tenê wêneyên her du wezîran ê dema hevdîtinê ji aliyê medyaya Tirkiyeyê ve hatine belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst