RTUKê ji ber nûçeya radestkirina hestiyên ciwanê Kurd di telîs de ceza da Halk TVyê

14-09-2022
RÛDAW
Nîşan RTUK Halk TV Ciwanê Kurd Telîsê Hestiyan Hakan Arslan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) a Tirkiyê ji ber di derbarê bavê ku piştî 7 salan hestiyên kurê wî di nav telîsekê de radestî wî kirîn belavkiriye Halk TV ceza kir.

RTUKê ji ber ku Halk TV di bernameya xwe ya binavê “Sozum Var” de rexne li edliyeya Amedê girtiye, ku hestiyê kurê Ali Rıza Arslan yê di sala 2016ê de di şerê xendekan de canê xwe ji dest dayî piştî 7 salan di nava telîsekê de radestî wî kirine girtine ev bername rawestandin û biyara cezayê pere di derbarê vê kanalê de derxistin.

Endamê Saziya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) a Tirkiyê Okan Konuralp li ser hesabê xwe yê medya civakî belav kiriye: “RTUKê, nirxandinên ku di derbarê Ali Rıza Arslanê ku hestiyên kurê wî di nava telîsekê de piştî 7 salan radestî wî kirine de hatîn kirin ‘wek xizmeta ji armancên terorê re derdixe holê’ dibîne; ji ber vê yekê biryara cezayê pere û cara 5ê rawestandina bernameya “Sozum var” derkir.

Her wiha RTUKê di derbarê heman kanalê de bi sedema ku li Wezîrê Navxwe yê Tikriyê Suleyman Soylu heqaret kiriye bi du dosyayên cuda biryara cezayê pere wergirt.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst