Berdevkê AK Partiyê: Em dibînin ku CHP rêzê li pêvajoyê nagire

15-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê AK Partî Omer Çelîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk rexne li daxuyaniyên li Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Enqerê Mansur Yavaş girt û got: “Em dibînin ku CHPê tevî hişyariyên me rêzê li pêvajoyê nagire û lêborîn nexwest. Îradeya gel bi temamî derneketiye holê, hejmartina dengan berdewam dike.”

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk derbarê encamên hilbijartinan daxuyaniyek da û got ku karmendên Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) bir hurgilî karê xwe kirine û dikin.

Omer Çelîk got: “Partiya me û serokkomarê me li gorî encamên ku heta niha hatîn ragihandin bi awayek eşeker li pêşin, lê em bi tu şêweyî nabêjin encam ev e û ev serketiye. Ji ber yê ku rêzê ji pêvajoyê re bigre dê rêzê li encamê jî bigre, van ji ber ku rêz li pêvajoyê negirtin, dixwazin encamê leke bikin. Ji xwe re zemînekê ava dikin.”

Çelîk herwiha got: “Yê ku rêzê li pêvajoyê digire, divê rêzê li encamê jî bigire. Em dibînin ku CHP li gel hişyariyên me rêz li pêvajoyê negirt û lêborîn nexwest. Yavaş û Îmamoglu li ser navê Kiliçdaroglu diaxivin gotin ku em li ser navê '13mîn serokomarê xwe diaxivîn'. Eşkere ye ku ev yek bi mebest hatiye kirin. Diviya Îmamoglu û Yavaş lêborîna xwe bixwestan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst