Encamên destpêkê yên hilbijartina parlamentoyê

14-05-2023
RÛDAW
Nîşan ‌Hilbijartin 2023
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dengdana ji bo Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Parlamentoya ya Serdema 28an di saet 17.00an da qediya.

Ajansa fermî ya Tirkiyê, Ajansa Anadoluyê û herwiha Ajansa ANKAyê encamên destpêkê yên hejmartina dengên hilbijartina parlamentoyê belav kirine.

Li gor zanyariyên ku ANKAyê belav kirine, heta niha % 93.94 sindoqan hatine vekirin û dengên di wan sindoqan de hatine hejmartin. Li gor heman ajansê rêjeya beşdariya xelkê di hilbijartinê de % 88.18 ye.

Li gor encamên destpêkê yên ANKAyê rêjeya dengên Hevpeymaniyan bi vî awayî ye:

 

Hevpeymaniya Cumhur: %49.92

Hevpeymaniya Millet: %38.14

Hevpeymaniya Ked û Azadiyê: %9.39

Hevpeymaniya ATA: %1.21

Hevpeymaniya Yekîtiya Hêza Sosyalîst: %0.15

 

Li gor ANKAyê, rêjeya dengên partiyên siyasî jî wiha ye:

 

Rêjeya dengên partiyan:

 

AK Partî: %32.23 û 267 parlamenter

CHP: %27.52 û 178 parlamenter

MHP: %10.6 û 51 parlamenter

IYI Partî: %10.6 û 49 parlamenter

YSP: %8.74 û 60 parlamenter

Ajansa Anadoluyê jî ragihandiye, ku heta niha %82.77 sindoqan hatine vekirin, rêjeya beşdariyê %87.77 û encamên destpêkê yên hilbijartina parlamentoyê wiha belav kiriye:

 

Rêjeya dengên Hevpeymaniyan 

 

Hevpeymaniya Cumhur: %50.49

Hevpeymaniya Millet: %34.55

Hevpeymaniya Ked û Azadiyê: %9.58

Hevpeymaniya ATA: %1.98

 

Rêjeya dengên partiyan:

 

AK Partî: %35,092

CHP: %24,59

MHP: %10,62

YSP: %8,68

IYI Partî: %9,77

 

Li gorî ANKAyê ji saet 23.00an pê ve ji sedî 92,58ê sindoqan vebûn, Ajansa Anadoluyê jî ji sedî 87,63ê sindoqan ragihand.

Herwiha li gorî ANKAyê, Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan ji sedî 48,94 û li gorî Ajansa Anadoluyê jî ji sedî 50,01 dengan stend.

Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu li gorî ANKAyê ji sedî 45,35ê dengan wergirtiye. Ajansa Anadoluyê rêjeya dengên Kiliçdaroglu ji sedî 44,22 daye nîşandan.

Li gor ANKAyê, bebrijêrê Hevpeymaniya ATA Sînan Ogan ji sedî 5,32ê dengan û li gor Ajansa Anadoluyê jî ji sedî 5,30 dengan bidest xistine.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst