Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag dengê xwe da û ragihand ku proseya dengdanê li Rihayê di hewayeke aram û demokratîk de birêve diçe.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag îro Yekşemê 28ê Gulanê li navendeke dengdanê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê deng da û piştre bi rêya medyayê peyamek belav kir.
Bozdag amaje bi wê yekê da ku li Rihayê û seranserê Tirkiyê gera duyem a hilbijartina serokkomariya Tirkiyê bi awayekî aram berdewam dike û hêvîdar e rêz li îradeya derbikeve holê bê girtin.
Wezîrê Dadê yê Tirkiye Bekir Bozdag wiha axivî “Li seranserê Tirkiyê bi awayekî demokratîk hilbijartin berdewam dike. Gelek bi nirx e ku xelkê me xwedî li îrade û demokrasiya xwe derdikeve. Hêvîdar im îro jî bi vî awayî xwedî li îrade û demokrasiya xwe derbikeve û xwedî li sindoqan derkeve. Ez bawer im dê beşdarbûna hilbijartinê jî zêde be. Em careke din bang li xelkê xwe dikin ku dengê xwe bidin û li ser siberoj û siyaseta welatê xwe biryarê bidin û vê yekê li ser sindoqan nîşan bidin. Her dengek hêja ye. Rêya demokratîk a diyarkirina desthilatê jî hilbijartin e. Bi hêviya xelkê me bên ser sindoqan û em bi hevre biryara siberoja welatê xwe bidin.”
Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag ji bo hilbijartina gera duyem a serokomariya Tirkiyê li Rihayê dengê xwe da.#Hilbijartin2023 #Seçim2023 pic.twitter.com/9nzRR5yOGn
— RudawKurdi (@RudawKurdi) May 28, 2023
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse