369 zarokên ji bin kavilan hatine rizgarkirin bo malbatên wan hatin radestkirin

14-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdheja Mereşê Zarok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîra Xizmetên Civakî û Malbatê ya Tirkiyê ragihand ku ji hezar û 362 zarokên ku ji bin kavilên avahiyan  hatine rizgarkirin, 369 ji wan piştî destnîşankirina nasnameyên wan bo malbatên wan hatine radestkirin.

Wezîra Xizmetên Civakî û Malbatê ya Tirkiyê Derya Yanik li Nexweşxaneya Bajar a Enqerê serdana qurbaniyên erdheja 6ê Sibata 2023an kir û piştre daxuyaniyek da çapemeniyê.

Yanik ragihand li navçeyên erdhejê ji hezar û 362 zarokên ku bêyî bav dayik an jî kesûkarek xwe ji bin kavilan  hatine rizgarkirin,  nasnameyên wan 369 ji wan hatine destnîşankirin û bo malbatên wan hatine radestkirin.

Ev di demekê de ye berî niha hinek nûçe li ser medyaya civakî belav bibûn ku rêxistineke alîkariyê ya navdewletî  derbarê wan zarokên ku bêyî kesek  wan ji bin kavilan tên derxistin, karûxebatên radestkirinê dike û  beşek ji wan zarokên ji bin kavilan tên derxistin jî , bo kesên biyanî tên radestkirin. Herwiha li ser medyaya civakî çend welatiyan digotin ku zarokên wan bi saxî ji bin kavilan hatine derxistin, lê winda ne.

Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê ya Tirkiyê berî niha jî di daxuyaniyekê xwe de ragihandibû ku take saziya ku ji zarokên bê dayik û bav an kesûkarek xwe ji  bin kavilan tên derxistin wezareta wan e û bi ti awayî ew zarok bo sazî yan kesekî din nayên radestkirin.

Roja Dûşemê 6ê Sibata 2023an navenda wê li Mereşê dû erdhejên bi hêza 7.7 û 7.6 pileyên rîxterê çêbûn û li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê heta niha bûye sedema mirina zêdeyî 31 hezar  643 kesan  û birîndarbûna nêzîkî 100 hezar kesan. Karûxebatên lêgerîn û rizgarkirina welatiyan di bin kavilan de berdewam in û amar her ku diçin zêde dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst