Xelkê Tirkiyê: Rewşa me xerab e û her kes birçî ye

13-12-2021
RÛDAW
Nîşan DISK Mûçeyê Kêmane Stenbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê bi hezaran kes li hember qeyrana aborî û xirabûna rewşa debarê civiyan. Mîtîng ji aliyê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger a Tirkiyê (DISK) bi dirûşma “Êdî Bes e, em nikarin debara xwe bikin” hat organîzekirin. Hejmarek siyasetmedar û alîgirên partiyên opozîsyonê jî beşdarî mîtîngê bûn. Karkerek dibêje, “Em di rewşeke xerab de ne û her kes birçî ye.”

 Karkerê kompanya otomobîlan Sîbel Çelîk, radigihîne, “Em edaletê dixwazin. Em hest dikin di rewşeke xirab de ne. Ev zexteke derûnî ya mezin e. Wek pêwîst nikarin ti tiştekî bo zarok û mala xwe bibin. Gotin 3 zarokan çê bikin. Niha 3 zarokên me hene ku em nikarin bi xwedî bikin. Dikarin çi bikin. Ji bilî xirabiyê? Xelk neçar dibin diziyê bikin û hinek jî hene hinekên din dikujin. Debara me nabe. Hemû kes birçî ye. Biçin bo her malekê tiştek ji bo wan nayê kirin, kirêya wan nayê dayîn.”

Ji ber pêdagiriya daxistina faîzê ya Serokkomarê Tirkiyê bi armanca kêmkirina enflasyonê, lîreyê Tirkî ji serê vê salê ve ji sedî 43 nirxê xwe ji dest daye. Vê jî wiha kir, kesên bi mûçeyê kêmane dixebitin hêza wan a dabînkirina pêdiviyên seretayî yên jiyanê nemîne.

Karkerê Tekstîlê Faruk Karaahmet, diyar dike, “Di malbatê de em du kes dixebitin: yek ji mûçeyên me ji bo kirê û ya duyemîn ji bo dayîna elektrîk û gaza sirûştî tê bikaranîn. Bi mûçeyê kêmane dixebitin. Ger mûçeya herî kêm bibe 5 hezar û 200 lîre, em dikarin hinekî bi rûmet bijîn."

Îsal mûçeyê kêmane 2 hezar û 825 lîre ye ku dike nêzîkî 210 dolaran. Serokkomarê Tirkiyê dibêje, pêwîst e mûçeyê herî kêm bo 4 hezar lîreyan bê zêdekirin. Li aliyê din Sendîkaya Karkeran dibêjê, 4 hezar lîre têre debara 15 rojan a malbatekê nake.

Karkera Şaredariyê Fatma, dibêje, “Em ji bo guherînê bikin li vêderê ne. Me dikaribû li malê rûniştana. Lê nabe. Em dixwazin vê rewşê biguherin. Em dixwazin êdî ev hikûmet bê guhertin. Ji ber bo tijekirina berîkên xwe berdewam berîkên me vala dikin. Êdî bes e. Ji ber wê li vir in û bo hatina vêderê berdewam dibin.”

Li gor amarên hikûmeta Tirkiyê, nêzîkê 7 milyon kes bi mûçeyê kêmane dijîn. Di navbera hikûmet û sendîkayan de ji bo diyarkirina mûçeyê kêmane bo sala 2022ê gotûbêj berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst