Davutoglu diyar kir ka dê çawa beşdarî hilbijartinên xwecihî bibin

13-08-2023
RÛDAW
Nîşan Ahmet Davutoglu Partiya Pêşerojê Hilbijartinên Xwecihî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu ragihand ji bilî parêzgehên tîfaq çêbibin, ew dê li hemû bajarok, navçe û bajaran bi logo û navê partiya xwe beşdarî hilbijartinên xwecihî bibin.

Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu li Hola Şaredariya Çayirovayê ya Kocaeliyê beşdarî 1emîn Kongreya Asayî ya Navçeyê ya partiya xwe bû.

"Ji bo me jî siyaset îro dest pê dike"

Davutoglu behsa biryara partiya xwe ya hilbijartinên xwecihî kir û wiha got:

"Ji bo her partiyeke siyasî, tevgereke siyasî, ast hene. Ji bo me jî siyaset îro dest pê dike. Li vê derê dest pê dike û dê li her aliyên Tirkiyeyê berdewam bike.

"Em dê bi logo û navê xwe beşdar bibin"

Derbarê hilbijartinên xwecihê de li lijneya serokatiya partiyê, me biryareke girîng da. Sekreterê me yê giştî ev tişt ji hemû teşkîlatên me re ragihand.

Bi mercê vê yekê ku parêzgehên dibine mijarê tifaqê ne tê de, em dê li hemû bajarok, navçe û bajaran bi logo û navê partiya xwe beşdarî hilbijartinên xwecihî bibin."

Davutoglu destnîşan kir ku wan bajarok bi bajarok, navçe bi navçe û bajar bi bajar hinek analîz kirine û got:

 "Ji niha ve nêzîkî 100 berbijarî daxwaza xwe pêşkeş kiriye. Em dê li hemû bajar û navçeyan nirxandinên xwe bikin.

Eger li hinek cihan yekbûna me bi hinek partiyan re bibe derfeta ku em di hilbijartinê de bi ser bikevin, em dê xwe ji vê yekê venedin.

Li seranserê Tirkiyeyê weke prensîp em dê bi logo û navê xwe beşdar bibin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst