Erdogan û Bahçelî civiyan

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Devlet Bahçelî Recep Tayyîp Erdogan Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan DEM Partî Şerê PKK û Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî civiyan.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokê MHPyê Devlet Bahçelî îşev li Enqereyê li  Koşka Serokkomariya Tirkiyeyê civiyan. 

Civîna Erdogan û Bahçelî saet 18:00an dest pê kir di saet 19:00an de bidawî bû.

Her du aliyan derbarê naveroka civînê de ti daxuyanî belav nekirin.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê piştî banga Serokê MHPyê ya li Rêberê PKKyê Abdulah Ocalan di nevbera Erdogan û Bahçeliyê de bûye sedema nakokiyan.

Devlet Bahçelî 22yê Çiriya Pêşîn di civîna koma MHPyê ya parlamentoyê de gotibû bila Abdullah Ocalan were Koma DEM Partiyê ya Parlamantoya Tirkiyeyê biaxive û bêje ku wî PKK tesfiye kiriye.

5ê vê mehê jî Bahçelî got ku eger Ocalan dê tesfiyekirina PKKyê ragihinîne bila li Koma DEM Partiyê biaxive û got:

“Ez li ser soza xwe me, ez di teklîfa xwe de israr dikim. Dê ji wan qehrên ku hatine kişandin gelek îtimal derkevin.

Ji bo mana dewletê, refeha gel pêdivî bi hemleyên durist û himbêzker heye. Divê em biratiya xwe ya hezar salî qewîn bikin.

Deynê stûyê me ye ku em Tirkiyeyê di navbera bahozên herêmî û cîhanî de ji bahozan biparêzin.

Himbêzkirina Kurdan heqîqet e têkoşîna bi terorê re bingeh e.

Ti mihraq nikarin bikevin navbera me û birayên me yên Kurd.”

Hesabên torên civakî yên MHPyê piştî belavbûna nakokiyên di navbera Erdogan û Bahçelî de ev 3 roj in vîdeoyên taybet li ser Bahçelî belav dike.

Recep Tayîp Erdogan û Devlet Bahçelî herî dawî 3yê Çiriya Pêşîn a 2024an li hevdû civiya bûn.

Piştî daxuyaniyên Bahçelî yên li ser Ocalan ev yekem civîna wî ya bi Erdogan re ye.

Her wiha di nava îsal de jî ev 8emîn car e ku Serokê MHPyê û Serokkomarê Tirkiyê li hevdû dicivin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst