Davutoglu bi Kurdî bersiva Bahçelî da

24-01-2024
RÛDAW
Nîşan Ahmet Davutoglu Devlet Bahçelî Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu bi bîr xist ku Bahçelî bi Kurdî jê re gotiye “Serok Ahmet” û got, “Ji bo min hemû zimanên li ser vê axê ezîz in. Ji bo vê gotinê ez dê bêjim ser seran û ser çavan.”

Partiya Saadet û Partiya Pêşerojê civîneke hevpar li dar xist.

Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu behsa xebatên hilbijartinên herêmî, Qeymeqamê Pasûrê yê ku tundî li meleyekî kiribû, nîqaşên li ser  Banka Navendî kir.

“Qeymeqam MHPyî û mele jî ji AK Partiyê ye”

Davutoglu bal kişand li ser qeymeqam û meleyê navçeya Pasûrê ya Amedê û got:

“Qeymeqam MHPyî û mele jî ji AK Partiyê ye. Di navbera MHP û AK Partiyê de şerê hêzê heye.

Ez wekî zilamê dewletê û wekî Misilmanekî bi zelalî dibêjim, nabe ku nasnameya siyasî ya meleyekî hebe.

Yek nasname meletiyê heye, ew jî Îslam e. Ez wekî zilamekî dewletê dibêjim, tenê nasnameyeke qeymeqam heye, ew jî dewlet, dewlet, dewlet e.

Eger em bi nasnameyên siyasî mele û qeymeqaman bînin beramberî hev, dê krîzeke civakî rû bide.

“Çima ji Enqereyê xutbe diçe”

Hûn ji meleyên xwe bawer dikin? Çima ji Enqereyê xutbeya navendî diçe? Çima li her derê Tirkiyeyê (xutbe) wekî deklerasyona Konseya Ewlehiya Neteweyî tê xwendin?

Destên xwe ji dînê me vekişînin. Bihêlin bila oldar bi azadî biaxivin. Ciwan ji bo ku guh nedin daxuyaniyên siyasî ji mizgeftan dûr ketin.

Eger meleyên me baş perwerde bibin dê pêşî Fatîhaya şehîdên me bixwînin. Eger nexwînin li xwe binêrin û ji xwe bipirsin. Ev mele çawa ji van mektebên îmam xetîbê hatine?

“Ez Yûrik Ahmet im”

Me hemûyan hûn teqdîr kirin. We 24 demjimêr dan Îsraîlê. Birêz Bahçelî ez hîna ji bo wê gotinê te li çepikan dixim.

Me fam kir hûn nikarin tiştekî bêjin Îsraîlê lê ji desthilatdariyê re gotinekê bikin û bazirganiya bi Îsraîlê re bidin sekinandin. Bila em dengê we bibihîsin, birêz Bahçelî.

Em in minafiq? Ji min re gotiye ‘Serok Ahmet’ û bi vî awayî tişt gotine min.

Ji bo min hemû zimanên li ser vê axê ezîz in. Her gava ku ji min re bêjin Serok Ehmed, bila wekî zimanekî biyanî derbas nebe ez dê bi Kurdî bêjim ‘Ser seran, ser çavan’.

Lê belê ez li cihê koçeran ê Yûrikê ji dayîk bûme, ez Yûrik Ahmet im.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst