HUDA-PAR dê li 3 bajaran piştgiriya AK Partiyê bike

10-01-2024
RÛDAW
Nîşan HUDA-PAR Zekeriya Yapicioglu AK Partî Hilbijartinên Xwecihî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê HUDAPARê Zekeriya Yapicioglu ragihand ku ew dê di hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adarê de li 3 bajarên Tirkiyeyê piştgiriyê bidin AK Partiyê.

Serokê Partiya Doza Azad (HUDAPAR) Zekeriya Yapicioglu di bernameya televîzyona 25 TVyê de li ser hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adarê axivî.

Yapicioglu stratejiya partiya xwe de ya di hilbijartinên şaredariyan de nirxand.

Serokê HUDA-PARê ragihand ku ew dê li Rihayê di bernameya danasîna namzedan de berbijêrên şaredariyên hin parêzgehan eşkere bikin.

“Em dê li bajarên din bi logoya xwe bikevin hilbijartinan”

Yapicioglu behsa hevdîtina xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re kir û da zanîn ku ew dê bi logo û berbijêrên xwe beşdarî hilbijartinan bibin û wiha got:

“Berê hevdîtinên bi birêz Serokkomar re çêbûbûn.

Di wan hevdîtinan de jî me ji raya giştî re ragihand ku ji bo berdewamiya Tifaqa Cumhur lihevkirineke hevbeş heye û ji bo ku tiştekî ku çêbibe di her du partiyan de şande hatin avakirin.

Me hevdîtin kirin û em gelek caran civiyan. Di encamê de me biryar da ku em li çend bajarên mezin piştgiriyê bidin.

Li piraniya cihên din em gihîştin wê biryarê ku bi logo, nav û berbijêrên HUDAPARê bikevin hilbijartinan û me ev biryar bi raya giştî re parve kiribû.

Em dê li Stenbol û Enqereyê piştgiriyê bidin berbijêrên Tifaqa Cumhurê, li Îzmîrê jî dibe ku tiştekî wisa çêbibe.

Biryara me ya prensîb heye ku em li cihên mayî bi berbijêrên xwe têkevin hilbijartinê.

Dibe ku li hinek cihan, li hinek derdorên hilbijartinê, li hinek parêzgehan, li hinek navçeyan an jî li hinek bajarokan, bi partiyên cuda re yan jî komên cuda re hinek tifaq çêbibin. Wê dem nîşanî me bide."

“Em dikarin bi grûpên cuda re tifaqê bikin”

Yapicioglu diyar kir wan biryar daye ku tenê li 3 bajaran piştgiriyê bidin berbijêrên Tifaqa Cumhurê û got:

“Dibe ku hin tifaqên herêmî çêbibin. Eger çêbibe, em dê bi dînamîkên herêmî re bi teşkîlatên xwe re bi îstişareyê di wê mijarê de bigihêjin biryarê.

Eger teklîfeke berbiçav were û em bawer bikin ku ev teklîf ji bo milet û welêt bi sûd be, em dê bibêjin erê.”

“Em partiyeke li derveyî AK Partiyê ne”

Yapicioglu behsa hevdîtinên xwe yên beriya hilbijartinan a bi Erdogan re jî kir û wiha pê de çû:

“Her çiqasî em di hilbijartinan de bi hev re tevgeriya bin jî, em ne partiyeke di nav hikûmetê de ne.

Di dawiyê de em partiyeke mixalefetê ne. Lêbelê têgihiştina me ya mixalefetê li ser her tiştê ku hikûmet dike mixalefetê bikin nehatiye avakirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst