Namzedê AK Partiyê yê Semsûrê: Em dixwazin ji mexdûrên erdhejê re xaniyan lê bikin

18-03-2024
Ziya Polat / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Ziya Polat / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Ziya Polat Semsûr AK Partî Hilbijartinên Xwecihî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ziya Polat got, “Em hêvî dikin ji bo xelkê xwe yê ku di konteyneran de dijî xaniyan ava bikin.”

Namzedê AK Partiyê yê Şaredariya Semsûrê Ziya Polat li ser hilbijartinên xwecihî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 31ê Adarê hilbijartinên xwecihî tên kirin.

Li gorî amarên fermî yên sala 2023yan, nifûsa parêzgeha Semsûrê ya giştî 604 hezar û 978 e.

Nifûsa navenda Semsûrê jî 284 hezar û 839 e.

Semsûrê di erdhejên 6ê Sibata 2023yan de xisareke gelekî mezin dît.

Li gorî amarên fermî, hezar û 485 avahî ji binî rûxiyan. Xisar gihişt 68 hezar avahiyan û divê 6 hezarên wan bên rûxandin.

Dîsa li gorî amarên fermî,  8 hezar û 387 kesan canê xwe ji dest da lê xelkê bajêr dibêje ku xisar gelekî zêdetir e û hejmara miriyan jî rast nehatiye ragihandin.

Vê dema ku hîn şopên erdhejê li ser bedena vî bajarê Bakurê Kurdistanê gelekî zindî û berbiçav in, girîngiya hilbijartinên şaredariyan jî zêdetir dibe.

Di hilbijartinên xwecihî yên sala 2019an de AK Partî bi rêjeya ji sedî 53,22yan bûbû partiya yekem.

Partiya Saadetê bi rêjeya ji sedî ji sedî 28,12an di rêza duyem de cihê xwe girtibû.

DEM Partiyê ji bo hevserokatiya Şaredariya Semsûrê Turkan Erkenek û Mehmet Bahattîn Bîlgîn kirin namzed.

Partiya Saadetê Haşîm Asnuk ji bo serokatiya şaredariyê kir namzed.

Namzedê AK Partiyê yê Şaredariya Semsûrê Ziya Polat bû mêhvanê bernameya Rûdawa Îro ya ku Niwêner Fatîh pêşkêş dike.

“Em li benda heman piştgiriyê ne”

Ziya Polat bi bîr anî ku di hilbijartinên borî de AK Partî bûbû yekem û got:

“Piştî erdhejê, di hilbijartinên 14ê Gulanê de jî piştgiriya herî zêde ji bo AK Partiyê bû.

Em di vê hilbijartinê de li benda heman piştgiriyê ne. Ji ber ku bajarê me xirab bûye.

Vê xirabbûnê jî dîsa AK Partî, Recep Tayyîp Erdogan, hikûmet û şaredarî dê dê ji nû ve ava bikin.”

Namzedê AK Partiyê yê Şaredariya Semsûrê bal kişand ser xisara erdhejan û destnîşan kir ku piraniya xelkê hîn jî di konteyneran de dijî.

Ziya Polat destnîşan kir ku ew derî bi derî digerin û guh didin pirsgirêkên xelkê.

Ziya Polat ji bo projeyên xwe yên ji bo Semsûrê wiha got:

“Em hêvî dikin ji bo xelkê xwe yê ku di konteyneran de dijî xaniyan ava bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst