Abdurrahman Kurt: Pirsgirêka Kurd li parlamentoyê çareser nabe

13-05-2023
RÛDAW
Abdurrahman Kurt: Pirsgirêka Kurd li parlamentoyê çareser nabe
Abdurrahman Kurt: Pirsgirêka Kurd li parlamentoyê çareser nabe
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Abdurahman Kurt Pirsa Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê berê yê AK Partiyê û Endamê Lijneya Rêveber a Biryara Navendî ya AK Partiyê Abdurrahman Kurt ragihand ku gotina Hevpeymaniya Milet a ku dibêje pirsgirêka Kurd dê li parlamentoyê çareser bibe ne pêkan e û got: “"Me ev hewl da. Mînak ne li ser pirsgirêka Kurd, lê di dema guhertina destûra bingehînde tenê di 60 madeyan de bi ser ket. Ev yek carek din nehat kirin. Pirseke wisa kûr qet dê li parlamentoyê neyê çareserkirin. Eger hikûmetek bihêz û kadroyek bihêz bê, dê qanûnan mîna me derbixe û dê wisa çareser bibe."

Parlamenterê berê yê AK Partiyê û Endamê Lijneya Rêveber a Biryara Navendî ya AK Partiyê Abdurrahman Kurt beşdariya bultena Rûdawê bû û rewşa AK Partiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd nirxand.

Abdurahman Kurt got: “Li Tirkiyê em guhertinan bi şoreşê nakin. Şoreşgerî ye, lê em bi pêşveçûnê, hêdî hêdî dikin. Bifikirin, me encax piştî 12 salan karîbû azadkirina laçikê pêk bînin.  Me ji bo zimanê Kurdî çend tişt kirin weke vekirina beşên Kurdolojiyê li zanîngehan û tayînkirina mamosteyên me yên Kurdî û dê di demeke nêzîk de kotaya mamostayên Kurdî yên astengdar bê vekirin... Ev di dema xwe de û di pêvajoyê de dibe. Çima ev diqewime? Ji ber ku Tirk û Kurd li Tirkiyeyê mecbûr in bi hev ra bijîn. Em nikarin li vir behsa têkoşîna rizgariya netewî ya Kurdan bikin. Wateya vê yekê çi ye: Niha dema ku hûn bi feraseta dagirkeriyê li cihekî ku nêzî ji sedî 60ê gelê Kurd li rojava bi cih bûne nêzîkê bûyerê bibin, hûn dê bibînin ku Kurdan Tirkiye dagir kiriye. Binêrin, em li Stenbolê ne. Em niha li pêşberî dîmena herî xweş a cîhanê ne û nifûsa vî bajarî ya herî mezin piştî Tirkan Kurd in. Ev der mezintirîn bajarê Kurdan e. Em dikarin biaxivin ka em çawa dikarin hemwelatîbûnek adil, azad, wekhev, demokratîk biafirînin.”

Kurt amaje bi yekê kir ku ew piştgiriya HDP ji bo CHPê dike bo AK Partiyê kiriba û niha di çareserkirina pirsa Kurdî de gelek gav hatibûn avêtin û got: “Piştî ku HDPê pêvajoya çareseriyê xera kir rewş dijwar kir. Eger wan ew helwesta li hemberî CHPê nîşan dane, qasî zekatê wê li hemberî AK Partiyê jî nîşan bidaya, dê em îro li Tirkiyê behsa tiştên pir cuda bikira. Bifikirin zilaman tiştek nedaye xwe di bin maseyê de veşart... Çawa ku Tirkiye ji aliyê cografî ve li cihekî stratejîk e, ji aliyê siyasî ve jî di cihekî stratejîk de ye.”

“Spas ji bo Serok Mesûd Barzanî”

Abdurrahman Kurt ku bi taybetî li ser siyaseta Serok Mesûd Barzanî ya heta niha berdewam dike axivî û got: “Wek mînak, tişta ku ez îro li ser birêz Barzanî herî zêde teqdîr dikim ew e ku di tevahiya têkoşîna xwe de dest neavêt nava terorê û dijminatiya Ereb-Kurd ava nekir. Ligel hemû neheqiya ku ji wan dît, ne bi kîn û nefretê, lê bi qanûnekê karîbû mafê gelê Kurd bi dest bixe. Bila Tirk bi ser bikeve, bila Kurd jî bi ser bikeve. Divê her kes vê bizane. Eger em li vî welatî winda bikin, Tirk nikare bi ser bikeve. Eger Tirk winda bike, Kurd jî nikare bi ser bikeve.”

"Ev pirsgirêk li parlamentoyê nayê çareserkirin"

Abdurrahman Kurt diyar kir ku ew nikare li ser navê partiya xwe soz bide ku eger di hilbijartinê de bi ser bikevin pirsa Kurd çareser bikin û got: “Ez ne di rewşeke wiha de me, ez nikarim sozek wiha bidim. Ez dê gelê xwe jî nexapînim, lê ez dizanim ku ji bo hewldanê cîhê çêtirîn ev e. Çareya herî baş hebûna rêberekî bi biryar û bi hêz e. Niha li Tirkiyê ji bilî Recep Tayyîp Erdogan tu serokekî wisa tune. Mînak dema em lê dinêrin ku em bi Hevpeymaniya Milet dikarin vê armancê pêk bînin, ne mimkûn e. Ev pirsgirêk li Meclîsê nayê çareserkirin. Ji ber ku me hewl da. Mînak ne li ser pirsgirêka Kurd, lê di dema guhertina destûra bingehînde tenê di 60 madeyan de bi ser ket. Ev yek carek din nehat kirin. Pirseke wisa kûr qet dê li parlamentoyê neyê çareserkirin. Eger hikûmetek bihêz û kadroyek bihêz bê, dê qanûnan mîna me derbixe û dê wisa çareser bibe."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst