Prof. Dr. Ahmet Ozer: Ji bo lihevkirina bi AK Partiyê re şertên DEM Partiyê hene

12-02-2024
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Prof. Dr. Ahmet Ozer DEM Partî AK Partî Pirsa Kurd Pêvajoya Aştiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Prof. Dr. Ahmet Ozer li ser îhtîmala pêvajoyeke nû ya aştiyê got, “Eger AK Partî û MHP ji hev veqetin dibe ku pêvajoyeke nû dest pê bike. Bi MHPyê re ev ne pêkan e.”

Ozer herwiha diyar kir ku pêvajoya aştiyê ya 2015an ji ber Rojava xera bû û got, “Divê desthilata AK Partiyê Kurdên Rojava û Başûrê Kurdistanê ne wekî dijmin lê wekî dost bibîne.”

Prof. Dr. Ahmet Ozer bû mêvanê bultena Rûdawê ya taybet ji bo Bakur û pirsên Hêvîdar Zanayê bersivand.

“Ji bo lihevhantinê şertên DEM Partiyê hene”

Prof. Dr. Ahmet Ozer li ser îhtimala lihevkirina AK Partî û DEM Partiyê got:

Pêkan e lewra pirsgirêkên DEM Partiyê hene. Ya yekem li cihên ku qezençkirine qayûm hatine tayînkirin.

Li Wan, Mêrdîn, Amedê, li navçeyên din dixwazin van çareser bikin.

Ya duyem, hinekî doz hene ji wan re dibêjin ‘doza kumpasê ya Kobaniyê’ ku Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî ji vê dozê têne darazandin.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) got ku pêwîste ew werin berdan lê gotina DMMEyê nehat cîbicîkirin.

Ya sêyem dixwazin pirsgirêka Kurd were çareserkirin.”

“Ev 22 sal in AK Partiyê pirsgirêka Kurd çareser nekir”

Ozer bi bîr xist ku DEM Partiyê li Stenbolê namzed derxistine û wiha berdewam kir:

“Wiha xuyaye ku eger bi awayekî xurt dest bavêjin hilbijartina Stenbolê karê CHPyê dikeve zorê. Ango karê Murat Kurum jî hêsantir dibe.

Ji bo pirsgirêka Kurd, niha kî dewletê bi rêve bibe, hêza çareseriyê jî di destê wan de ye.

Lewra ev 22 sal in AK Partiyê ev çareser nekir.

Sala 2015an ev pirsgirêk dan aliyekî. Ev 7 - 8 sal in jî şer heye, cenaze tên û gel bêzar bûye û dixwazin aştî çêbibe.

Hêvî dikin ku piştî 1ê Nîsanê tiştekî wiha were holê.”

“Bi MHPyê re çareserî ne pêkan e”

Ozer diyar kir ku ev helwestên DEM Partiyê rê li ber pêvajoyeke nû venake û sedema wê wiha nirxand:

“Nakin, ji ber ku MHP jî hevalbendê AK Partiyê ye. MHP jî nîjadperest e û naxwaze pirsgirêka Kurd çareser bibe.

Ziman û hebûna Kurdan red dikin. Polîtîkayên bişaftinê didin meşandin û nahêle AK Partî jî tiştekî bike.

Heta ku MHP bi AK Partî re heval be, ez bawer nakim ku tiştek çareser bibe.

Lewra piştî hilbijartinê ku 4 sal dimîne ji hilbijartina giştî re eger AK Partî destê xwe ji MHPyê vekişîne dibe ku pêvajoya çaresreiyê ji nû ve bîne rojevê.

Ji 2013an heta 2015an ev pêvajo pêşve diçû. Xelk di nava aşitiyê de bû, bihabûneke wisa nebû, enflasyon nebilind bû. Wexta ku ev qut bûn şer dest pê kir û ev jî careke din bû rojev.”

“AK Partî û MHP nahêlin DEM Partî bi CHPyê re hevaltî bike”

Prof. Dr. Ahmet Ozer wiha berdewam kir:

“AK Partî û MHP nahêlin DEM Partî ji CHPyê re hevaltî bike.

Eger ku DEM bi CHPyê re hevaltî bike dê şaredariyên mezin ên Stenbol, Enqere, Îzmîr, Edene, Mêrsin, Bursa, Balikesîrê qezenç bikin.

Vê carê jî karê tifaqa Cumhurê dikeve zorê. Ji ber van sedeman dixwazin navbera DEMê û CHPyê xira bikin.

DEM Partî li Stenbolê namzedên xwe derxistin lê li bajarên din hîna ne diyar e. Ez bawerim ku di navbera CHP û DEMê de hevdîtin hebin.”

Ozer herî dawî bal kişand li ser pêvajoya aştiyê ya sala 2015an û wiha pê de çû:

“Mijara sereke Rojava ye. Li gorî dîtina min sala 2015an pêvajoya aştiyê ji ber wê xira bû.

Desthilata AK Partiyê divê Kurdên Rojava, Kurdên Başûr ji xwe re wekî dost bibîne, wekî dijmin nebîne.

Eger bi vî awayê here ser pirsgirêkê, wê Kurdên Tirkiyeyê jî pirsgirêka xwe çareser bikin. Dê ji bo hatina demokrasî û aştiyê bingeheke mezin were çêkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst