AMED – 172 saziyan li ser ‘Pirsa Kurd’ deklarasyonek belav kir

29-10-2023
Nîşan Amed Pirsa Kurd Deklarasyon Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Ameda Bakurê Kurdistanê 172 saziyên ku di nav wan de partiyên siyasî û saziyên civakî jî hene ji bo çareseriya “Pirsa Kurd” deklarasyonek belav kir.

Saziyên ku di nava wan de DBP, HEDEP, DTK, TJA, MEBYA-DER, TUHAY-DER û OHD jî hene deklarasyoneke bi navê “Ji Niha ve Ber bi Dahatuyê ve Banga Azadiyê” belav kir.

Kurdiya deklarasyonê ji aliyê Hevserokê Giştî yê DBPyê Keskîn Bayindir ve hat xwendin.

Di deklarasyonê de ji bo çareseriya “Pirsa Kurd” bang hat kirin û herwiha deklarasyonê bal kişand ser rewşa Abdullah Ocalan.

“Serdest û rayedarên dewletê sûcdaran diparêzin”

Deklarasyona ku ji aliyê 172 saziyan ve hatiye parvekirin bi vî awayî ye:

“Di bingeha pirsgirêkên civakî, şer û qirkirina xwezayê de, feraseta dewletê û polîtîkayên înkarê ya gelan, baweriyan, çandan û nasnameyan heye.

Dewlet hewl dide ku bi vê ferasetê şer û pevçûnan kûrtir bike û bi vê rêyê dixwaze ku hemû berhevkirinê civakî werin tasfiyekirin û têkbirin.

Em dibînin, pêkanînên ku wekî sûcên giran tên pênasekirin û pêwiste ti caî li hemberî civakê pêk neyên, bi awayekî aşkere ji aliyê desthilatan ve pêk tên, serdest û rayedarên dewletê sûcdaran diparêzin, dixwazin sûcên ku li hemberî gel û civakê pêk tên meşrû nîşan bidin.

Ev sûcên ku di vê demê de li Rojava/ Bakur-Rojavayê Sûriyeyê/ Filîstîn, Qerebax, Ukrayna û li gelek cîhên din pêk tên ber bi çav in.

Bi kurtasî em qala rewşeke ku navenda wê Rojhilata Navîn, yanî Mezopotamya û tevahiya cîhanê belav bûye dikin. 

Gelê Kurd (ligel hemû destkeftiyên xwe) bi tehdîdên giran re rûbirû ye. Gelên Ermenî û Ereb, gelên Qefqas û Balkanan di nav şer û pevçûnan de ne. Her wiha sîstema kapîtalîst çav berdaye hemû erdnîgariyên ku gelên cûda lê dijîn.

 Ev gel ji dewlemendiyên xwe yên sererd û binerd bêpar tên hîştin û ji axa xwe tên koçberkirin.

Heke em li gorî tecrûbeyên dîrokî bifikirin, sîstema Neteweyên Yekbûyî ya ku piştî şerê cîhanê yê duyemîn parastina nirxên mirovahiyê girtiye ser milê xwe berpirsiyariya xwe bi cih nayîne.

Li cîhanê serokdewletek yan jî siyasetmedarek nîne ku bi hêz û îradeya xwe van pirsgirêkên pergalî  çareser bike.

Qaşo pêşengên siyaseta dinyayê, di şûna çareseriyê de, dibin sedema alozî û êşên ku pêk tên.

“Ez dixwazim pêşî li derzên civakî û dîrokî bigirim”

Birêz Ocalan pêşeng û siyasetmedarê yekemîn e ku bi pêşdîtînên xwe dikare pirsgirêkên paşerojê yên li herêmê, li Rojhilata Navîn û li dinyayê biqewimin tesbît bike.

Di sala 2019an de, hîn şer, pevçûn û qirkirinan dest pê nekiribû, bi pêşdîtînên xwe diyar kiribû ku pirsgirêkên ku di vê demê de li herêmê û li cîhanê pêk tên, ji aliyê civakî ve wê girantir bibin û bibin sedema qirkirinan.

Wî anibû ziman ku ‘Ez dixwazim pêşî li derzên civakî û dîrokî bigirim’ û rêbazên mîna lihevkirinên demokratik, siyaseta azad û hiqûqa gerdûnî têkevin meriyetê pêşniyar kiribû.

Destên wî yên ji bo çareserî û aştiya navbera gel li hewa mabû û ji aliye hêzên serdest ve şerên bêsînor hatibûn pêşxistin.

Van tesbît û bangawaziyên, bi baweriya xwe ya azadî û heqîqetê anîbû ziman. Ji bo xetereyên ku wekî çarenivîs tên nişandan beralî bike, îradeyeke xurt nîşan dabû ku di kesayeta Kurdan de çareseriyê di asta gerdûnî de bixe xizmeta gelên cîhanê.

Nêrîn û pêşdîtînên Birêz Ocalan, baş hatine fêmkirin ku li Tirkiyeyê pêkhatina demokrasiyê rasterast bi çareserkirina pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye.

“Demokrasî şaş hatiye pênasekirin”

Tê zanîn ku demokrasî di destpêka avabûna Komara Tirkiyeyê de şaş hatiye pênasekirin û bi vê pênasekirina şaş, hemû reng, deng, çand û ziman hatine înkarkirin.

Sedema vê înkarê jî ew e ku Komara Tirkiyeyê li ser bingeha netewdewlet û kapîtalîst a yek nasnameyî hatiye avakirin.

Mixabin ev sedsal in ku sîstema netewdewlet li erdnîgariya me, rê li bêr sûcên giran ên ku li hemberî mirovahiyê pêk tên vekiriye.

“Di siyaseta jiyana azad de israr kiriye”

Birêz Ocalanê ku bi hişmendiya çareserkirina pirsgirêkan derketiye rê û dest bi têkoşînê kiriye, paradigmaya çareseriyê afirandiye û di siyaseta jiyana azad de israr kiriye, nîşan daye ku ew aktorê bingehîn ê pêşketina polîtîk û demokratîk e.

Perspektîf û pêşdîtîna birêz Ocalan a bi rêya hevdîtin û muzakreyan, bi rêbazên aştîyane, girîngiyeke dîrokî ya di asta stratejîk de ye.

Ji bo ku kurdan bi ziman, nasname û erdnîgariya wan re bigihîne statûyeke neteweyî, paradîgmayeke bi perspektîfa neteweya demokratik pêş xistiye, em îro dibînin ku ev paradigma, bi taybet bi mînaka Rojava, ji boTirkiye û Rojhilata Navîn, ji bo tevahiya cîhanê buye hêza çareserkirina pirsgirêkan. 

Ev hêza nêrînên wî yên ekolojîk û azadîparêziya jinê, hem ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî yên vê demê û hem jî, ji bo paşerojê ne.

Êdî ji çar aliyên dinyayê gel, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û siyasetmedar jî dibînin ku nêrînên birêz Ocalan, li hemberî pergala kapîtalîst bûne alternatîv û hêviya çareseriyê.

Her çiqasî Birêz Ocalan li Îmraliyê hatibe tecrîtkirin û desthilatan xwestiye ku têkiliya wî jî dinyayê qut bikin jî, her dem ji bo ku krîzên heyî bi dawî bibin teoriyên çareseriyê bi pêş  xistiye.

“Ocalan niha li tevahiya cîhanê aktorê herî polîtîk e”

Wan xwest ku bi rêya tecrîdê Birêz Ocalan bidin jibîrkirin lê ramanên wî gihîştine hemû gelan û tevahiya cîhanê.

Birêz Ocalan niha li tevahiya cîhanê aktorê herî polîtîk û zanayê ku dinya nêrînên wî esas digire ye.

Brêz Ocalan afrînerê jiyana hevpar û wekhev a artarnatîf e. Ji bo azadiya Birêz Ocalan û ji bo pergala wekhevî û heqîqetê ava bibe li tevahiya cîhanê têkoşîn tê meşandin.

Hemû kes û kesayetên ku têkoşîna azadiya birêz Ocalan dimeşînin, bi yek dengî diqîrin û dibêjin azadiya Birêz Ocalan azadiya me ye. Ev tesbît nişan dide ku her têkoşîna were meşandin ji jiyana wan jî ne dû re.

Hemû jinên cîhanê diyar dikin ku, pêşketina têkoşîna jinên Kurd a li gorî nêrînên birêz Ocalan bandor li wan kiriye û ew ê jî tevlî vê têkoşîna ramana azad û jîyana azad bibin, têkoşîna jinê geş bikin, bipêş bixin û dibêjin pergala tecrîda Îmraliyê ya ku Birêz Ocalan tê de ye, rewşeke li dijî mirovahiyê ye û pêwist e demildest ev tecrît bi dawî bibe, rêgez û rêbazên gerdûnî yên ji bo Nelson Mandela pêk hatin, jî bo Birêz Ocalan jî divê pêk werin.

“Ev 25 sal in mafên Ocalan tên binpêkirin”

Lê tê zanîn ku ev 25 sal in hemû mafên Birêz Ocalan ên huqûqî tên binpêkirin û bi cih nayên. Ya girîngtir, ev ji 30 mehî zêdetir e tu agahî jî Birêz Ocalan nayê girtin.

Di serî de divê hevdîtinên parêrez û malbatan bi Birêz Ocalan û girtiyê Îmraliyê re werin kirin, agahiyên zelal ji Îmraliyê werin  girtin.

Ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî û siyasî pêwist e şert û mercên têkoşîna siyasî û pêkhatina muzakereyan ji bo Birêz Ocalan bên afirandin ku hevî û bendewariyên gelê Kurd û gelên cîhanê yên ji aliyê civakî û siyasî ve pêk werin.

Roj ew roj e ku Birêz Ocalan rasterast bi gelan re were cem hev da ku rola xwe ya aşitî û azadiyê pêk bîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst