Li Tirkiyê 3 girtî bi vîrusa koronayê mirin

13-04-2020
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhamît Gul Coronavirus COVID - 19 Dadger Dozger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Dadê ya Tirkiyê aşkere kir ku 3 girtî bi vîrusa koronayê mirine.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhamît Gul, ragihand ku 3 girtiyên li zindanên vekirî, bi vîrusa koronaya nû (COVID-19) canê xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniya Wezîrê Dadê yê Tirkiyê, heta niha li zindanên girtî, ti pêketiyên koronayê nehatine tomarkirin lê got, “Li girtîgehên vekirî, 17 pêketiyên vîrusa koronayê hatine tomarkirin.”

Abdulhemît Gul diyar jî kir ku 3 ji wan zindaniyên pêketiyên koronayê canê xwe ji dest dane.”

Herwiha Wezîrê Dadê yê Tirkiyê aşkere kir, heta niha testa koronayê ya 14 dadger û dozgeran jî pozîtîv derketiye.

Herwiha Wezîrê Dadê yê Tirkiyê got ku di heyama mehekê de ji aliyê dozgeriyan ve li 71 bajaran têkildarî vîrusa koronayê, derbarê 1097 kesan lêpirsîn ahtine destpêkirin.

Li gor amara fermî ya Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê, heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 1198 kesan bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest dane û 56 hezar 956 kes jî bi wê vîrusê ketine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst