TÎP di hilbijartinan de piştgiriya Kiliçdaroglu dike

13-03-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê TÎP Kemal Kiliçdaroglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) ragihand ku ew dê di hilbijatinên Serokomariyê de piştgiriya Kemal Kiliçdaroglu bikin.

Partiya Karkerên Tirkiyê ku di nava Hevpeymaniya Ked û Azadiyê ya bi serkêşiya HDPê de ye û 2 parlamenterên wê bi dengên HDPê bûn parlamenter û piştre cuda bûn.

Meclîsa Partiya Karkerên Tirkiyê di her du rojên 11 û 12ên vê mehê de civîna xwe lidar xistin. Piştî civînê eşkere kirin ku ew dê di hilbijartinên 14ê Gulanê de piştgiriya berbijêrê Hevpeymaniya Millet, Kemal Kiliçdaroglu bikin.

Partiya Kakerên Tirkiyê ragihandiye ku ji bo şikandina desthilata AKPê û sîstema metirsîdar ya bi navê Hikûmeta Serokomariyê, helwesta yekbûna opozisyonê bo piştgiriya yek berbijêrî girîng e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst