Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amasyayê yê Tirkiyeyê termên 2 karkerên ku di binê axê de mabûn hatin derxistin.
Li gundê Uygurê yê Amasyayê bîreke avê di dema kolanê de herifî.
Karkerên bi navên Sezgîn Eser û Aytekîn Er di bin axê de man û mirin.
Li ser agahdarkirina gundiyan tîmên tenduristiyê, AFAD û tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.
Xebatên tîman 4 saetan ajotin, termên her du karkeran hatin derxistin û sewqî meytxaneya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Zanîngeha Amasyayê ya Sabuncuoglu Şerefeddînê hatin kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse