Erzingan: Termên 3 karkerên din hatin dîtin

06-06-2024
RÛDAW
Nîşan Erzingan Term Karker Kana Zêr Îliç
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Îliçê ya parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê termên 3 karkerên din hatin dîtîn.

13ê Sibata îsal li navçeya Îliçê kaneke zêran hilweşiyabû û 9 karker di bin axa bisiyanur de mabûn.

Termê 3 karkerên din jî hatin dîtîn.

Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtîna karkerekî din jî berdewam dikin.

5ê Nîsanê û 19ê Nîsanê jî termên du karkeran ji bin kana hilweşiyayî hatibûn derxistin.

4ê Gulanê jî termên 2 kesan hatibûn derxistin.

Herî dawî 4ê Hezîranê jî termê karkerekî hatibû dîtin

Wate heta niha termê 8 karkeran hatiye dîtin.

Niha ji bo dîtina termê kesî maye xebat tên kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst