Nûçeyên derbarê Enes Kara de hatin astengkirin

13-01-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 2emîn Dadgeha Silh û Ceza ya Îskenderûnê, biryar da ku nûçeyên derbarê xwekuştina Enes Kara de li ser medyayê bên astengkirin.

Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê, xwendekarê Zanîngeha Firatê yê bi navê Enes Kara ji ber zextên li beşeke navxweyî ya taybet a Cemaeta Nûr û malbata xwe dawî li jiyana xwe anîbû.

Bavê Enes Kara, Mehmet Kara, bi hinceta “êrîş li ser mafên kesayetiya wî tên kirin û nihêniya jiyana taybet binpê dikin û dibin sedema zexta civakî” serî li dadgehê da û daxwaz kir, nûçeyên derbarê xwekuştina kurê wî Enes Kara de li ser medyayê bên astengkirin.

2emîn Dadgeha Silh û Ceza ya Îskenderûnê, daxwaza Mehmet Kara ya astengkirina nûçeyan qebûl kir û ragihand, di nûçeyan de malbata Enes Kara wek berpirsyarê xwekuştina wî tê nîşandan û ew jî dibe sedema mexdûriyeta malbatê. Dadgehê di biryara xwe de got: “Li ser daxwaza malbatê biryar hat dayîn ku nûçeyên derbarê xwekuştina Enes Kara de, bên astengkirin.”

Bûyera xwekuştinê

Li Xarpêtê xwendekarê Zanîngeha Firatê yê beşa pizîşkî Enes Kara piştî li ser sosyal medyayê behsa zextên li ser xwe kir, dawî li jiyana xwe anî.

Enes Kara di vîdeo de dibêje, bi zexta malbata xwe li beşekî navxwe yê cemaetekê dimîne û li wê derê bi neçarî nimêjê bi wan didin kirin. Enes Kara piştî belavkirina vîdeoyê li beşa navxweyî ya lê dima dawî li jiyana xwe anî.

Enes Kara di vîdeo de wiha got:

“Ez niha tevî ku naxwazim li yûrda cemaetê dimînim. Tevî min çend caran ji malbata xwe re got, dema min zanîngeh qezenc kir û ez hatim vir min got, lê zext li min kirin, ku ez li vir bimînim. Berpirsê vêderê bi min re axifî û ji min re got; `tu bi zexta malbata xwe li vir dimînî.` Min got `erê`. Li bavê min geriya û pê re axifî, lê bavê min li min geriya û ji min re got; `rêkarên yûrdê cîbicîh bike. Nimêja xwe bike û pirtûkan bixwîne û hwd.` Ez di rewşeke wiha de me, dixwazim behsa rojeke xwe bikim. Sibehê 6:30 bo nimêjê radibin û piştre diçin zanîngehê û heta navbera 4:30 – 5:30 li wir dimînim. Ji xwe demjimêr 5an dema xwarinê ye û piştre nimêja êvarî heye. Demjimêrêkê xwendina pirtûkên li vêderê neçarî ye û piştre nimêja eşayê heye. Heta em van dikin demjimêr dibe 8 û ji aliyê gerdûnî ve zêde diwestin. Jixwe hemû rojê li dibistanê ne, bi ser de dema van jî dikî, hest bi wê yekê dikî ku azadiya we hatiye astengkirin. Rewşeke gelekî xirab e, bi rastî piştî demekê tehemul nakî. Demjimêr 11an radizim, nexwe roja din bêxew dimînim. Rojên Duşemê jî dersên cemaetê hene, bi neçarî beşdarî wê jî dibin. Ji demjimêr 8 heta 10 berdewam dibe. Dawiya hefteye jî, ders, xwendina pirtûkan û paqijî û hwd. hene. Rojane tenê bo we 3-4 demjimêr dimînin, belkî ew jî namîne. Dem diguhere. Di nav rewşa heyî de, min hêvî û daxwaza jiyanê ji dest da û ez nikarim vê rewşê ji malbata xwe re bibêjim, ditirsim, ez nizanim dê çi bikin. Ji ber ku potansiyela kirina her tiştî heye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst