Meşa HDPê ya bo Ocalan hat astengkirin

12-06-2022
Omer Sonmez
Polîsan midaxele li meşa HDPê kir û 50 kes hatin desteserkirin
Polîsan midaxele li meşa HDPê kir û 50 kes hatin desteserkirin
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Stenbolê “Meşa Gemlîkê” ya HDP ku bi mebesta “rakirina tecrîda” li ser rêberê PKKê Abdullah Ocalan hat lidar xistin, ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.

Bi pêşengiya HDP, HDK, KCD, TJA û DBPê, bi mebesta rakirina tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bê rakirin di 12ê Hezîranê de “Meşa Gemlîkê” hat lidar xistin.  Lê polîsan mudaxeleyî girseya ku li navçeya Kadikoya Stenbolê ya ku dê ber bi Gemlîka Bûrsayê birêketana kir.

Polîs midaxele li parlamenterên HDP û girseyê kirin û di nav de Hevserokên HDPê yên Stenbolê Ferhat Encu û Ilknur Bırol ji 50î zêdetir kesî desteser kir. Walîtiya Bursayê jî destûr neda ku HDPyî bo meşa Gemlikê bikevin nav bajarê Bursayê. Polîs avahiya HDP ya navçeyên Gemlik û Înegolê dorpêç kirin û çûnûhatinê qedexekirin. Parlamenterên HDPê bertek nîşanî midaxeleya polîsan dan.

Parlamenterê HDPê yê Rihayê Nusret Maçin got: “Em dê berxwe bidin. Divê em bes tecrîda li İmraliyê na, em tecrîda li kolanan jî rakin.”

Polîs piştî saetekê dorpêça li ser parlamenteran rakir. Berpirs û parlamenterên HDPê bertek nîşanî midaxeleya hêzên ewlekariyê dan.

Parlamenterê HDPê yê Rihayê Omer Ocalan jî got: “Ka li vê halê binerin? Ev tişta ku li Kadikoyê, li gele vir dikin. Tund û tûjiyê li her kesî dikin. Lê em li vir in, em di zemîna demokratik de berteka xwe nişan didin. Lê polis niha ji derveyî yasa û qanûnê tevdigere.”

Polîs, di nav de Hevserokên HDPê yê Stenbolê Ferhat Encu û Îlknur Birol ji 50î zêdetir kesan bi tundî desteser kir. Her wiha hin polis siqêf û sivikatî li hember parlamenter û alîgirên HDPê nişan dan.

Car caran welatiyên ku ji rê û kolanên Kadikoyê dimeşiyan jî di bin bandora gaza polisan de man.

Walîtiya Bursayê jî destûr neda ku HDPyiyên ji derve bo meşa Gemlikê hatine bikevin nav bajarê Bursayê. Polîs li pêşiya avahiya HDP ya navçeyên Gemlik û İnegolê dorpêç kirin û çûnûhatinê qedexekirin. Hin parlamenter û aligirên HDPê ku ji dorpêça polîsan rizgar bûn, bi dirûşmeya "Bîji berxwedana zîndanan", "Bila tecrîd bişikê, zîndan vala bin" heta ber avahiya HDPê ya Kadikoyê meşiyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst