Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Ûmît Ozdag li navçeya Umraniye ya Stenbolê serdana standa Partiya Çep a Kesk kir û dema ku kes li dora standê nedît, got: “Dibe ku çûne çiyê.”
Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Ûmît Ozdag li ser hesabê xwe yê Twîtterê bi sernava Min li Umraniyeyê serdana standa HDP-Partiya Çep a Kesk kir, vîdeoyek belav kiriye.
Di vîdyoyê de tê xuyakirin, dema Ozdag serdana standa YSPê dike, ti kes li dora standê nîne, lewra wiha dibêje: “Li dora standê kes tune ye, dibe ku çûne çiyê.”
Ozdag, anî ziman ku ew serdana standên hemû partiyê dike û wiha got: “Em diçin standên hemû partiyan û serdana wan dikin. Em hatin vir, Partiya Çep a Kesk, kes li standê nîne, belkî çûne çiyê.”
Ümraniye'de HDP - Yeşil Sol Standını ziyaret ettim... pic.twitter.com/IDAsU8y4lr
— Ümit Özdağ (@umitozdag) April 11, 2023
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse