Berdevkê HUDA-PARê: Ev dewlet ne tenê ya Tirkan e

29-05-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Serkan Ramanlî HUDA-PAR ‌Hilbijartin 2023
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê HUDA-PARê Serkan Ramanli got “Ne tenê Tirk xwediyê vê dewletê ne, em tev xwediyê vê dewletî ne. Lazim e em nasnameya Kurdî bidin qebûlkirin.”

Berdevkê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) Serkan Ramanli ku di hilbijartina 14ê Gulanê ya parlamentoyê da ji lîsteyên AK Partiyê wek parlementerê Êlihê hat hilbijartin beşdarî bultena Rûdawê bû û di derbarêpêvajoya hilbijartin û planê partiya xwe de bersiva pirsên Hêvîdar Zana da.

Ramanl diyar kir ku di pêvajoya hilbijartinê de rastî rexneyên siyasî û êrîşan hatine û dibêje “Dixwestin sedema me birêz Recep Tayyîp Erdogan di çavê gel de reş bikin. Lewre me jî şaş didan naskirin. Îftirayên wek neyartiya jinan, neyartiya gel û têkiliya terorê bi me ve zeliqandin. Ev tev derew bûn, ev tev îftira bûn. Gelê me jî vana fêm dike.”

Çend xalên giring ên ji axavtina Serkan Ramanli derketin pêş wiha ne:

"Sê rengên me yên herî pêş hene. Yek, em dibêjin emê li baweriya xwe, li dînê xwe yê Îslamê xwedî derkevin, lewre ew sembola hebûna me ye. Gelê me misilman e, divê em jî siyaset û xwe li gorî baweriya xwe bimeşînin.

“Lazim e em nasnameya Kurdî bidin qebûlkirin”

Ya duyem, me digot nasname. Belê em Kurd in lê li Tirkiyê tenê Kurd najîn. Tirk jî hene, Ereb jî hene, Çerkez jî hene. Lê em jî her wek em Kurd in, lazim e piştgiriya zimanê xwe bikin, qîmeta zimanê xwe zanibin, xebatên ji bo zimanê xwe pêş de bidin û nasnameya Kurdî jî bidine qebûlkirin. Di pêvajoya çareseriyê de hinek gav hatin avêtin lê li gorî me ew têr nakin. Hin gav hene divê bên avêtin. Herwiha di perwerdehiya zimanê dayikê de lazime pêşkevtinek hebe. Weke perwerdehiya zimanê Kurdî, qîmeta zimanê Kurdî jî hebe û Kurd jî wek birayên xwe yên Tirk li dîroka xwe xwedî derkevin, li çand û edebiyata xwe xwedî derkevin ew jî bi qîmet bin. Lewre em tev xwediyê vê dewletê ne.

“Ne tenê Tirk xwediyê vê dewletê ne”

Ne tenê Tirk xwediyê vê dewletî ne Kurd jî, Ereb jî, Laz jî her çi kesên ku ji pêşî ve li vê axê dijîn em tev birayên hev û qîmeta wan li gorî me hev in. Ne ji me çêtir in, ne jî ji me kêmtir in.

“Xizmet jî ji vî meletî re lazim e”

Ya sêyem, di aliyê xizemtê de lazim e em gelek xebatan bikin. Ji aliyê siyasî ve min got lazim e em li bawerî û nasnameya xwe xwedî derkevin, lê xizmet jî ji vî meletî re lazim e ji bo pêşveçûna miletê, ji bo jiyana wan jî baştir û xweştir bibe. Em li van her sêyan xwedî derdikevin. Siyaseta me jî, xebatên me yên di meclîsê de jî wê li ser van sê xalan berdewam bin.”

“Em ji naveroka sondê ne razî ne”

Li ser daxuyaniya xwe ya derbarê sonda parlamentoyê Ramanlî wiha got “Ew daxuyaniya min nû bû ne kevin bû. Me digot em ji naveroka sondê ne razî ne, lewre ne tenê em gelek kesên siyasî dibêjin ev sond ne di cih de ye. Lê em di dewleteke hiqûqî de dijîn, em jî parlamenterên din jî li gorî qaîdeyên wê tevbigerin.

“Çima li ser nêrîneke siyasî û îdeolijiyê sond tê xwarin”

Destûra Tirkiyê gelek caran hatiye guhertin. Sond bi xwe jî gelek caran di dema Mistefa Kemal de jî hatiye guhertin, piştî her înqlaban jî desthildar wê sondê li gorî baweriya xwe nivîsandine. Em dibêjin çi? Em naxwazin niqaş zêde li ser vê bikin. Em dibêjin lazim e parlamento li ser karên ku xêra miletê de bin bixebitin, li ser vê sond bixwin. Her kesê ku fikr, bawerî, îdeolojî, nêrîna wî ya siyasî ji hev cuda ye, çima li ser nêrîneke siyasî û li ser îdeolijiyê sond tê xwarin ji ber wê em dibêjin li gorî me ev ne di rê de ye, lê ew jî dibe ku bi guhertina destûrê sererast bibe. Heta ku sererast nebe jî wek parlamenterên din em jî dê sonda xwe bixwin dest bi kar û barên meclîsê bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst