STENBOL – Desmalfiroşa ducanî di bin mîkserê de ma û mir

12-02-2024
Nîşan Stenbol Jina Ducanî Desmalfiroş Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Ataşehirê ya Stenbolê ya Tirkiyeyê, mîksereke betonê li desmalfiroşeke ducanî da û ew jin mir.

Li çirayên trafîkê yên li Kolana Rumeliyê ya Ataşehirê, mîksera betonê ya ku ajokarê wê Salîm Baycan bû, li Asya Sarmaşika ducanî xist.

Mîkserê Asya Sarmaşik di bin xwe de bir û dema ajokar pê hesiya hîn nû rawestiya.

Asya Sarmaşikê li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê jî çûn cihê bûyerê.

Termê Sarmaşikê bi otomobîla cenazeyan hat veguhastin û Salîm Baycan hat desteserkirin.

Hat zanîn ku Asya Sarmaşik ji bo debara mala xwe li çirayên trafîkê desmal difrotin û ducanî bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst