Kurê Sirri Sakik hat girtin

11-06-2024
Nîşan Sirri Sakik Cenk Sakik Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cenk Sakikê kurê Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik ji ber birîndarkirina kesekî hat girtin.

Li gorî nûçeya DHAyê, Cenk Sakik li navçeya Çankayayê ya Enqereyê kesekî bi navê Murat Koylu bi çekê birîndar kir.

Cenk Sakik piştî bûyerê reviya û hêzên ewlehiyê biryara desteserkirina wî derxist.

Li aliyê din, tîmên tenduristiyê Murat Koyluyê ku birîndar bûbû bi ambûlansê rakir nexweşxaneyê.

Hat zanîn ku Cenk Sakik tevî çeka ku di bûyerê de bi kar aniye xwe radestî polîsan kir.

Cenk Sakik piştî xweradestkirinê ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin û polîsan ew veguhast edliyeyê.

Cenk Sakik piştî kar û barên îfadewergirtinê bi tohmeta "hewla kuştina şiqest" hat girtin.

Sakik di îfadeya xwe de got ku ew ji ber bûyerê poşman e. 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst