Derbarê berbijêriya Muharrem Înce de îdiayeke nû

11-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Partiya Memleket Muharrem Înce
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnamevan Aytunç Erkin îdia kir ku Berbijêrê Serokomariyê Muharem Înce ligel karbidestên xwe civiyaye û di wê civînê de piraniya karbidestên wî biryara vekişîna ji berijêriyê dane. Erkîn herwiha dibêje Serokê Giştî yê Partiya Memleket Muharrem Înce çûyê navenda partiya xwe û biryar e saet 14:00 daxuyaniyekê bide.

Mîtîngên duh yên li Manîsa û Îzmîrê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên Serokê Giştî yê Partiya Memleket û Berbijêrê Serokkomariyê Muharrem Înce hatibû hilweşandin. Piştre îdiayên ku li dijî rîska celta dil Înce derman xwariye ji aliyê gelek hesabên medyaya civakî û dezgehên çapemeniyê ve hatin parvekirin.

Li gor nûçeya Tele1ê,  Rojnamevan Aytunç Erkin derbarê hevdîtina ku Muharrem Înce ya ligel karbidestên xwe re pêk aniyê de îdiayeke balkêş kir.

"Ji 11 kesan 8 kesan gotin em vekişin"

Aytunç Erkin diyar kir ku Înce li otelekê bi 11 hevalên xwe yên nêzîk re hevdîtin pêk aniye û got: “Ji van 11 navan 8 kes ji Înce re dibêjin ku hilbijartin bo tûra duyemîn namîne, lewma divê biryara vekişînê bê dayîn. Paşê, Înce jîdibêje, `Em li ser bifikirin`. Niha jî diçe navenda partiyê û dê di saetên pêş de li ser vê yekê daxuyaniyekê bide.”

Ji aliyê din ve, li gorî nûçeya Gazet Duvarê, Înce biryar daye ku hem li ser banga vekişînê ya derbarê berbijêriyê serokomariyê û hem jî li ser îdiayên ku li ser wî hatine kirin, li navenda partiya xwe dê daxuyaniyekê bide.

Partiya Memleket: Ji namzetiyê venakişe

Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Memleket Prof. Dr. Îpek Ozkal Sayan diyar kir ku li hemberî Muharrem Înce bi hin belege û wêneyên sexte hatine amadekirin û got, "Muharrem Înce ji berbijêriyê xwe venakişe."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst