Zarok nikarin biçin lunaparkan: ‘Divê ji bo kêfxweşiya zarokan erzantir be’

11-04-2024
RÛDAW
Zarok nikarin biçin lunaparkan: ‘Divê ji bo kêfxweşiya zarokan erzantir be’
Zarok nikarin biçin lunaparkan: ‘Divê ji bo kêfxweşiya zarokan erzantir be’
Nîşan Enqere Cejna Remezanê Lunapark
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Enqereyê parkên lîstik û yariyan navendên sereke ne ku di Cejna Remezanê de zarok berê xwe didinê.

Welatiyan di roja yekem a cejnê de destên zarokên xwe girtin û ew birin lunaparkê.

Ew li hemberî nirxên amûr û pêlîstokên li parkê matmayî man.

Welatiyê bi navê Serkan Boran got:

“Bi taybetî di cejnan de nikarin nirxan hinekî din erzantir bikin? Tu zarokan tînî eger li sê amûran siwar bibin dike 180-200 lîreyên Tirkî.

Dikarin nirxê bilêtan bikin 30-40 lîre. Nirx gelekî zêde ne. Ez mat mam.”

Li parkê bilêta siwarbûna her amûrekê 60 lîre ye ku dike derdora 2 dolarên Amerîkî.

Zarok dixwazin li piraniya amûran siwar bibin lê bihabûnê û budçeya malbatên wan rê nade ku ev daxwaza wan bi cih were.

“Divê ji bo coş û kêfxweşiya zarokan gelekî erzantir bin”

Welatiya malnişîn Fîgan Yukselê anî ziman:

“Li gorî min nirx ne gelekî guncav in. Ji ber ku hemû mirovên li vir dahata wan kêm an jî navendî ye.

Divê ji bo coş û kêfxweşiya zarokan gelekî erzantir bin. Dema hûn 2 zarokan siwar dikin dike 120 lîre. Bi nêrîna min ev nirxekî zêde ye.”

Karkerê avahîsaziyê Cengîz Pala jî got:

“Gelekî biha ye, bila nirx bibe 20 lîre da ku herkes bikare kêfxweş bibe. 60 lîre pereyekî zêde ye û ez dê zarokên xwe tenê li 2 amûran siwar bikim ji ber ku tenê 500 lîre lîmîta min heye.”

Sala borî li Enqereyê nirxê bilêta amûreke lunaparkê bi 45 lîreyên Tirkî bû.

Îsal heman bilêt derdora ji sedî 33 biha bûye û di krîza aborî de bargiraniyeke din jî li ser milê welatiyan zêde kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst