Parlamenterê DEM Partiyê: Divê Kurdî bibe zimanê fermî

11-02-2025
RÛDAW
Nîşan Sînan Çîftyurek DEM Partî Zimanê Kurdî Parlamentoya Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sinan Çiftyurek ji bo guherandina Biryarnameya Dezgeha Bilind a Ataturk, Çand, Ziman û Dîrokê pêşniyareke qanûnê pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê kir.

Siyasetmedar Çîftyurek di pêşniyar qanûnê de xwest Kurdî bibe zimanê fermî û zimanên din ên li Tirkiyeyê jî bibin xwedî statu.

Parlamenterê DEM Partiyê û Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Çiftyurek, bal kişand ser rengîniya neteweyî û dînî ya Tirkiyeyê.

Hat diyarkirin ku ji ber polîtîkaya yek zimanî ya ku ji damezrandina Komara Tirkiyeyê û vir ve tê meşandin, zimanên ji bilî Tirkî bi taybetî jî Kurdî, rastî zextan hatine.

Li gorî pêşniyar qanûna Sînan Çîftyurek di salên dawî de ev zext kêm bûne, ferhengên Kurdî hatine weşandin, kanala TRT Kurdî hatiye avakirin û li zanîngehan beşên zimanê Kurdî hatine vekirin.

Di pêşniyar qanûna siyasetmedar Çîftyurek de hat destnîşankirin ku Kurdî û zimanên din di Destûra Bingehîn de nehatine garantîkirin bê statu ne.  

Di pêşniyarê de hat tekezkirin ku divê statuya Kurdî, Tirkî û  zimanên din ên ku li Tirkiyeyê tên axaftin re wekî hev be.

Parlamenterê Wanê diyar kir ku divê Komara Tirkiyeyê ne nêrîneke qedexeker lê nêrîneke parazvan û pêşvebir a li hemberî zimanan bipejirîne û got ku ev guhertin dê li seranserê Tirkiyeyê bandora aştî û lihevhatinê bike.

Xalên pêşniyar qanûnê wiha ne

Xal 1: Di Biryarnameya Dezgeha Bilind a Ataturk, Çand, Ziman û Dîrokê de li kêleka gotinên "Tirk" û "Tirkî" gotinên "Kurd" û "Kurdî" hatine zêdekirin. Bi vî awayî, tê armanckirin ku wekheviya neteweyî û zimanî ya her du unsurên damezrîner ên Komara Tirkiyeyê were dabînkirin.

Xal 2: Qanûn, ji roja weşandina xwe ve dê bikeve meriyetê.

Xal 3: Serokkomarê Tirkiyeyê ji bo birêvebirina qanûnê hatiye erkdarkirin.

Parlamenter her wiha tekez kir ku gotina "Zimanê Me Nasnameyê Me ye" ya li ser malpera fermî ya Saziya Zimanê Tirkî, ne tenê ji bo Tirkî, divê ji bo hemû zimanan derbasdar be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst