Hewlêr (Rûdaw) - Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Demokrat Îlay Aksoy bertek nîşanî merasîma derçûnê ya Efrîn a Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin da û got, “Efrîn axa Sûriyê ye. Heta ku dewleta Sûriyê destûrê nede Zankoya Gazîantepê nikare li wir fakulteyê veke.”
Ji bo beşên “Şêwirmendiya Derûnî û Mamostetiya Polê ya Zankoya Gazîantepê Fakulteya Perwerdehiyê ya Efrînê” ku li Efrîn a Rojavayê Kurdistanê perwerdeyê dide merasîma derçûnê hat lidarxistin.
Parêzgarê Hatayê Mustafa Masatli, cîgirên wî Orhan Akturk, Yusuf Turan û Onur Şan, Rêveberê Ewlekariyê yê Hatayê Ahmet Aribaş, Fermandarê Cendirmeyan ê Hatayê Mustafa Bakçepinar û mamosteyên Zankoya Gazîantepê çbeşdarî merasîmê bûn.
Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Koç û Polîtîkayên Civakî Îlay Aksoy merasîma ku li Efrînê hat lidarxistin rexne kir û bertek nîşan da.
Aksoy li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û wiha got, “Efrîn axa Sûriyê ye. Heta ku dewleta Sûriyê destûrê nede Zankoya Gazîantepê nikare li wir fakulteyan veke. Divê protokolek di navbera her du dewletan de hebe ku tune! Nikare bawernameyên derçûyên fakulteya ku bê destûr vekiriye nas bike û nikare mafê veguhestinê bide. Ev dîploma li Tirkiyê nayên qebûlkirin. Rêjeya ketina van fakulteyan di navbera ji %20-30 de ye. Li vê herêma ku li ser axa Sûriyê ye alaya Artêşa Azad a Sûriyê nikare bi kar bîne û Tirkiye jî nikare nas bike.”
➡️Afrin, Suriye toprağıdır
— İlay Aksoy (@ilay_aksoy) July 9, 2023
➡️Suriye Devleti izin vermedikten sonra Gaziantep Üniversitesi orada fakülte açamaz. İki devlet arası protokol olmalı, ki yok!
➡️İzinsiz açtığı fakültede mezunların diplomalarını tanıyamaz, yatay geçiş hakkı veremez
➡️Bu diplomaların Türkiye’de hiç… https://t.co/4dA9keBHlJ
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse