BETAM: Zêdebûna bihayê avahiyan 5 qatê amarên TUIKê ye

10-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan BETAM TUIK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapora Navenda Lêkolînên Civakî û Aborî ya Zanîngeha Bahçeşehirê di Hezîrana îsal de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bihayê xanî û avahiyan bi rêjeya %89.1 zêde bûye ku TUIKê ev rêje wek %20.7 ragihandibû.

Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) ragihandibû ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di meha Hezîranê de bihayê avahiyan bi rêjeya %20.7 zêde bûye, lê BETAMê jî derbarê heman mijarê de raporek belav kiriye û dibêje amarên TUIKê ne rast in.

Li gor amarên BETAMê meha Hezîranê bihayê avahiyan bi rêjeya %89.1 zêde bûye. Herwiha di Gulana 2022an de ku metrekareya xaniyan 10 hezar û 891 lîre bû di Gulana 2023an de derketiye 20 hezar û 596 lîreyên Tirkî, wate di nav salekê de %89.1 zêde bûye.

Di navbera Gulana 2022 û Gulana 2023an de bihayê herî zêde yê xaniyan li parêzgehên Wan û Meletî yên Bakurê Kurdistanê û li parêzgeha Ordu ya Tirkiyê bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst