Li Tirkiyeyê firotina xaniyan ji sedî 17 kêm bûye: Biyanî jî kêm dikirin

16-08-2023
Nîşan TUIK Firotina Xaniyan Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) amarên firotina xaniyan ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê belav kirin.

Li gorî amarên TUIKê, 7 mehên destpêkê yên sala 2023yan li gorî  heman mehên sala borî rêjeya firotina xaniyan ji sedî 17,7 kêm bûye.

 TUIKê ragihand ku 7 mehên destpêkê yên îsal li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 675 hezar û 327 xanî hatine firotin.

TUIKê amarên firotina avahiyan ên Tîrmeha 2023yan eşkere kirin.

Li gorî amarên TUIKê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meha Tîrmeha 2023yan li gorî heman meha sala borî rêjeya firotina xaniyan ji sedî 16,7 zêde bûye.

Hejmara xaniyên ku tîrmehê hatine firotin gihiştiye 109 hezar û 548an.

Xanî herî kêm li Bakurê Kurdistanê hatine firotin

Meha tîrmehê herî zêde li parêzgehên Stenbol, Enqere û Îzmîrê yên Tirkiyeyê; herî kêm jî li parêzgehên Erdexan, Colemerg û Dêrsimê yên Bakurê Kurdistanê xanî hatine firotin.

Li Erdexanê 27 xanî hatine firotin

Tîrmehê li Stenbolê 15 hezar û 724, li Enqereyê 9 hezar û 688 û li Îzmîrê 5 hezar û 203 xanî hatine firotin.

Li Erdexanê 27, li Colemêrgê 40 û li Dêrsimê jî 91 xanî hatine firotin.

Herwiha 7 mehên destpêkê yên sala 2023yan li gorî heman mehên sala 2022yan firotina xaniyan ji sedî 17,7 kêm bûye û 675 hezar û 327 xanî hatine firotin.

Xaniyên ku biyaniyan jî kirîne kêm bûne

Meha tîrmehê rêjeya xaniyên ku biyaniyan kirîne li gorî heman meha sala par ji sedî 28,9 kêm bûye.

Biyaniyan Tîrmeha 2023yan 2 hezar û 801 xanî kirîne.

Biyaniyan herî zêde li antalyayê xanî kirîne

Li aliyê din, biyaniyan herî zêde li Antalya, Stenbol û Mêrsînê xanî kirîne.

Biyaniyan, 7 mehên destpêkê yên sala 2023yan 22 hezar û 76 xanî kirîne.

Ev rêje jî li gorî heman mehên sala par ji sedî 43,9 daketiye.

Biyaniyan li Antalyayê 996, li Stenbolê 832 û li Mêrsînê 263 xanî kirîne.

Welatiyên Rûsyayê di rêza yekem de ne

Welatiyên Rûsyayê bi kirîna 772 xaniyan di rêza yekemîn, welatiyên Îranê bi kirîna 272 xaniyan di rêza duyemîn de ne.

Herwiha welatiyên Herêma Kurdistanê û Îraqê bi 204 xaniyan di rêza sêyemîn û welatiyên Ûkraynayê jî bi kirîna 146 xaniyan di rêza çaremîn de ne.

Ji bo welatîbûna Tirkiyeyê 500 hezar dolar lazim e

Biyanî herî zêde ji bo wergirtina welatîbûna Tirkiyeyê xaniyan dikirin.

Her biyaniyê ku li Tirkiyeyê bi bihayê 500 hezar dolarî veberhênanê bike yan milk bikire û 3 salan nefiroşe mafê welatîbûna Tirkiyê werdigre.

Ev reqem heta dawiya sala 2021ê 250 hezar dolar bû lê meha kanûna paşîn a 2022yan bû 500 hezar dolar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst