ENFLASYON – Li gor TUIKê ji sedî 47 e û li gor ENAGê ji sedî 122 ye

03-08-2023
RÛDAW
Nîşan Enflasyon TUIK ENAG Amar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê enflasyona meha Tîrmeha 2023an, bi rêjeya ji sedî 9,49 zêde bûye û salane jî gihiştiye ji sedî 47,83an.

Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) amarên cuda dan û ragihand ku rêjeya enflasyona meha tîrmehê ji sedî 13.,8 e û ya salane gihiştiye ji sedî 122,88an.

TUIK û ENAGê îro amarên enflasyona meha tîrmehê û ya salane eşkere kirin.

Di navbera amarên her du saziyan de ferqeke zêde heye.

Li gor amarên saziya TUIKê ya hikumî enflasyona meha tîrmehê ji sedî 9,49 e û ya salane ji sedî 47,83 e.

Li gor Saziya ENAGê ya serbixwe jî enflasyona meha tîrmehê ji sedî 13,18 û ya salane jî ji sedî 122,88 e.

Li gor amarên TUIKê meha tîrmehê herî zêde bi rêjeya ji sedî 29,04 bihayên sotemenî û rûnên otomobîlên veguhestinê zêde bûye û herî zêde bi rêjeya ji sedî 2,18 bihayê kakaoyê daketiye.

Li gor ENAGê jî meha tîrmehê herî kêm bi rêjeya ji sedî 1,13 bihayê cilûbergan zêde bûye û herî zêde jî bi rêjeya ji sedî 22,08 bihayê veguhestinê zêde bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst