Dêrsimî dev ji bajarê xwe bernadin!

14-08-2023
RÛDAW
Nîşan Dêrsim TUIK Koç Stenbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên TUIKê sala 2022yan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 2 milyon û 791 hezar û 156 kesan ji bajarekî koçî bajerekî din kiriye.

Koça herî zêde Stenbolê çêbûye û herî kêm jî xelkê Dêrsîmê koç kiriye.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) amarên koça navxweyî yên sala 2022yan eşkere kirin.

Li gorî amaran sala 2022an li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 2 milyon û 791 hezar û 156 kesan koç kiriye.

Ji sedî 47,9ê yên ku koç kiriye mêr û ji sedî 52,1 jin bûne.

385 hezar û 294 kesan koçî Stenbolê kiriye

Sala 2022an 385 hezar û 294 kesan ji bajarê din koçî Stenbolê kiriye, 418 hezar û 82 kesan ji Stenbolê koçî bajarên din kiriye.

Di salên dawî de ji ber şertên jiyanê hejmara kesên ku ji Stenbolê koç dikin zêdetir dibe.

Piştî Stenbolê, Enqere bi hatina 189 hezar û 104 kesan di rêza duyem û Îzmîr bi 132 hezar û 426 kesan di rêza sêyem de ye.

Welatiyan herî kêm koçî parêzgehên Erdexan û Kilîsê yên Bakurê Kurdistanê û parêzgeha Bayburtê ya Tirkiyeyê kiriye.

5 hezar û 391 kesan koçî Erdexanê kiriye

Sala 2022yan 5 hezar û 391 kesan koçî Erdexanê kiriye, 7 hezar û 31 kesan koçî Bayburtê kiriye û 8 hezar û 8 kesan koçî Kilîsê kiriye.

Xelk ji Stenbol, Enqere û Îzmîrê diçe

Herî zêde jî xelkê ji Stenbol, Enqere û Îzmîrê koçî bajarên din kiriye.

Ji Stenbolê 418 hezar û 82 kesan, ji Enqereyê 161 hezar û 912 kesan û ji Îzmîrê 107 hezar û 312 kesan koçî bajarên din kiriye.

Koça herî kêm ji Dêrsimê ye

Xelkê herî kêm ji parêzgehên Dêrsîm, Kilîs û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê koç kiriye.

Sala 2022yan ji Dêrsîmê 7 hezar û 578 hezar kesan, ji Kilîsê 7 hezar û 629 kesan û ji Erdexanê 8 hezar û 157 kesan koç kiriye.

Ciwan koç dikin

Sala 2022yan Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî zêde ciwanan koç kiriye.

643 hezar û 998 ciwanên ku temenê wan di navbera 20 û 24 salan de ye ji bajarê ku lê dijîn koçî bajarekî din kiriye.

257 hezar û 676 ciwanan ji bo perwerdeyê, 91 hezar û 612 ciwanan ji bo peydakirina kar û 50 hezar û 338 ciwanan jî bi armanca jiyaneke baştir koç kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst