TUIK: Rêjeya bêkariyê %10 e

10-05-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye TUIK Bêkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên Saziya Amarên Tirkiyê (TUIK), li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 3 milyon û 508 hezar kes bêkar in û rêjeya bêkariyê %10 e.

Saziya Amarên Tirkiyê (TUIK), îro 10ê Gulana 2023ê amarên bêkariyê yên 3 meha Adara 2023ê eşkere kirin. Ji ber erdhejê li parêzgehên Semsûr, Mereş, Hatay û Osmaniyeyê meha Adarê lêkolîna bêkariyê nehat kirin û amarên 4 parêzgehan di nav amarên bêkariyê de cih negirtin.

Li gor amarên TUIKê, hejmara kesên bêkar di meha Adarê de li gor meha Sibatê tenê 4 hezar kes zêde bû û gihişte 3 milyon û 508 hezar kesan. Rêjeya bêkariyê jî weke meha Sibatê di meha Adarê de jî %10 bû.

Herwiha rêjeya bêkariyê li gor Adara 2022ê di Adara 2023ê de bi rêjeya %1.2 kêm bû. Di nav ciwanan de rêjeya bêkariyê zêde bû. Rêjeya bêkariyê ya kesên temênên wan di navbera 15 û 24 de li gor meha Sibatê di meha Adarê de %0.7 zêde bû û gihişte %20.1ê.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di meha Adarê de derfetên kar bo 37 hezar kesên din hat peydakirin û bi tevahî bo 31 milyon û 462 hezar kesan derfetên kar hatiye dabînkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst