Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya Kompanyaya PIARê, AK Partî bi rêjeya ji sedî 0,4 li pêş CHPyê ye.
Kompanya Lêkolînê ya PIARê encamên rapirsiya ku di navbera 1-4ê Sibata 2025an de Ii gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li gel 3 hezar û 460 kesan kiribû eşkere kirin.
Li gorî encamên rapirsiyê, AK Partî yekem, CHP duyem, MHP sêyem û DEM Partî çarem e.
Di rapirsiyê de ji beşdaran pirsa “Eger vê yekşemê hilbijartina giştî bê kirin, hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” hatiye kirin.
Li gorî bersivan rêjeya dengê partiyan wiha ye:
AK Partî: Ji sedî 30,6
CHP: Ji sedî 30,2
MHP: Ji sedî 8,6
DEM Partî: Ji sedî 7,9
Partiya Zafer: Ji sedî 6,1
Partiya Yeniden Refahê: Ji sedî 5,8
ÎYÎ Partî: Ji sedî 4,9
Yên din: Ji sedî 5,9
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse