Dayîkekê 2 zarokên xwe kuştin, yek jî birîndar kir

10-02-2025
RÛDAW
Nîşan Enqere Kuştin Zarok Dayîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Keçîorenê ya Enqereya paytexta Tirkiyeyê dayîkekê 2 zarokên xwe kuştin û yek jî birîndar kir.

Li taxa Ayvaliyê ya navçeya Keçîorenê jina bi navê Serpîl A.D., li malê zendên zarokên yên bi navên A.B.D. (12), A.S.D. (10) û O.A.D (7) birîn.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Piştî kontrola tîmên tenduristiyê derket holê A.S.D. û O.A.D li cihê bûyerê mirine.

Her wiha tîmên tenduristiyê zarokê bi navê A.B.D. jî bi birîndarî bir nexweşxaneyê.

Li aliyê din, dayîk ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin û lêpirsînda derbarê bûyerê berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst