Hêzên Tirkiyeyê zarokek li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê kuşt

17-08-2024
RÛDAW
Nîşan Kobanî Zarok Kuştin Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, dema zarokekî 14 salî hewl dide derbasî Bakurê Kurdistanê bibe, ji aliyê leşkerên Tirkiyeyê hat kuştin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku îro zarokekî 14 salî ku malbata wî ji bajarê Serê Kaniyê koçî Tirkiyeyê kiriye xwest bi qaçaxî derbasî Bakurê Kurdistanê.

Li gorî zanyariyên SOHRê, leşkerên Tirkiyeyê di navbera gundên Kîkan û Şaran ên  bajarê Kobaniyê, li ser sînorê Rojav û Bakurê Kurdistanê guleyan li wî zarokî direşînin.

Ew zarok bi guleyan canê xwe ji dest dide.

Rayedarên Tirkiyê heta niha jî derbarê bûyerê ti daxuyanî nedaye.

Li gorî amarên SOHRê, ji destpêka îsal heta niha Tirkiyeyê li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê 13 kes kuştine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst