Serokê Sendîkaya Nan ji ber gotina 'Nan xwarina civakên bêaqil e' hat girtin

09-11-2022
RÛDAW
Nîşan Cihan Kolivar Nan Bêaqil
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Sendîkaya Hilberînerên Nan a Tirkiyeyê Cihan Kolivar hat gitin ji ber ku gotibû: “Li civakên bêaqil nan xwarina serekeye. Ji ber civaka me xwe bi nan têr dike bo wê ev 20 sal in rêveberiyek bi vî awayî li ser serê wa ye.”

Serokê Sendîkaya Hilberînerên Nan a Tirkiyeyê Cihan Kolivar ji ber van gotinên xwe bi îdiaya "Heqaret li miletê Tirk, dewlet, sazî û organên dewletê kiriye" hatibû desteserkirin, îro 9ê Mijdarê 2022ê hat girtin.

Ev gotinên Kolivar bibûn sedema bertekên parlementerên AKPê û ew bi gotinên xwe kiribûn armanc. Piştî wê, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve di derbarê wî de lêpirsîn hatibû despêkirin.

Di encama vê lêpirsînê de ji aliyê Rêveberiya Ewlekariya bajêr ve hatibû desteserkirin û piştî pişkinînên tendirustiyê ew şandibûn dagehê.

Li ser biyara dadger Serokê Sendîkaya Hilberînerên Nan a Tirkiyeyê Cihan Kolivar hat girtin.

Li gorî di medyayên Tirkiyê de hatî belavkirin Kolivar di îfadeya xwe ya li dadgehê de gotiye: “Ti pirsgirêka min bi rêveberiya giştî re nîne, pirsgirêka min bi şaredariyên navçeya re ye. Ji ber izin nadin firinên Nan yên bê ruhsat. Dema min got, Nan xwarina sereke ya civakên bê aqile, mebesta min ew bû ku bo tendirustiyê xirabe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst