Li Sakarya teqîn: 3 kuştî, 6 birîndar (Hat Nûkirin)

09-07-2020
RÛDAW
Nîşan Sakarya Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Sakarya ya Tirkiyê teqînek bihêz çê bû û li gor agahiyên destpêkê di encama teqînê de 3 kes hatine kuştin û 6 kes jî birîndar bûne.

Teqîna îro li herêma Taşkisigî ya Sakaryayê çêbûye. Li gor agahiyan, teqîn di dema veguhastin û dagirtina paşmayên teqîna kargeha fîşekên hewayî ya Sakarya de çêbûye.

Gelek ambulans û tîmên hawarçûnê li gel tîmên berevaniya sivîl bo cihê teqînê hatine şandin.

Waliyê Sakaryayê Oktay Kaldirim jî piştrast kiriye ku teqîn di dema veguhastina teqemeniyan de çê bûye

Oktay Kaldirim herwiha da xuyakirin, ku di encama teqînê de 3 kes hatine kuştin û 6 kes jî birîndar bûne.

Pêştir Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Sakarya Ekrem Yuce jî gotibû, ji be rteqînê 2 kes hatine kuştin û 8 kes birîndar in.

Piştî teqîna heftiya bihorî ya li qezaya Hendek a Sakaryayê ku di kargeha fîşekeyên hewayî de çê bûbû, paşmayên teqemeniyên li wê kargehê bi kamyonan bo kanên keviran ên li herêma Taşkisigî ya qezaya Adapazarê tên veguhastin.

Îro dema ku kamyonekê xwastiye barê xwe dagire, teqîn derketiye.

D teqîna pêştir a li Sakarya de, 7 kesan canê xwe ji dest dabûn û 123 kes jî birîndar bûbûn.

Grûpekê bi navê ‘Însiyatîfa Zarokên Agir’, bi rêya daxuyaniyekê ku li ser medyaya nêzîkî PKKê hatibû weşandin, teqîna roja 3ê Tîrmehê ya li bajarê Sakaryayê li xwe girtibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst