Hevserokê HDPê: Hevdîtin ne bi CHPê re dê bi berbijêrê Hevpeymaniya Millet re bê kirin

09-03-2023
RÛDAW
Nîşan Hevpeymaniya Millet HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê HDPê Mithat Sancar li ser egera daxwaza hevdîtina CHPê amaje pê da ku mixatabê wan berbijêrê Hevpeymaniya Millet e û got, “Hevdîtina me dê ligel berbijêrê hevbeş ê Hevpeymaniya Millet Birêz Kiliçdaroglu û ekîba wî çêbibe. Ev hevdîtin ne diyaloga CHP û HDPê ye.”

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar îro Pêncşemê 9ê Adara 2023an beşdarî bernameya medya civakî bû û li ser pirsa egera daxwaza hevdîtina CHPê ligel HDPê axivî.

Sancar diyar dike ku heta niha ji aliyê CHPê daxwazeke hevdîtinê çênebûye û eger hevdîtinekê bikin jî dê bi CHPê re nekin.

Sancar dibêje, “Ji 6ê Adarê û pê ve birêz Kiliçdaroglu êdî berbijêrê hevbeş yê Hevpeymaniya Millet e. Ji niha û pê ve dibe ku yek bi yek ligel partiyan jî hevdîtin bên kirin lê mixatabê me berbijêrê Hevpeymaniya Millet e. Nakokiyên di nav Hevpeymaniyê de pirsgirêkên wan yên navxweyî ne. Eger pirsgirêkên xwe çareser nekin, encamên wê wek me çawaw di hefteya borî de dîtin dê dîsa bibe sedema aloziyan. Lê mixatabê me berbijêrê Serokkomariya Tirkiyê Kemal Kiliçdaroglu ye ne CHP.”

Piştî eşkerekirina berbijêriya Kiliçdaroglu Hevserokê HDPê Mithat Sancar gotibû bo hevdîtinê em li benda Kiliçdaroglu ne. Piştre ji aliyê CHPê jî ew daxuyanî hatibû dayîn ku tiştekî asayî ye  CHP û HDP hevdîtinê bikin. Kiliçdaroglu jî diyar kiribû ku dê serdana HDPê bike.

Her wiha Seroka IYI Partiyê Meral Akşener jî li ser mijarê gotibû CHP dikare ligel HDPê hevdîtinê bike lê nikare daxwazên HDPê bîne bo Hevpeymaniya Millet û ligel HDPê bazariya dayîna wezaretan nayê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst