Cenazeyê Welat Can hat dîtin

09-02-2025
RÛDAW
Nîşan Welat Can Ayşe Can Cenaze
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Cenazeyê  Welat Can ê ku  li Stenbolê di deryayê de tevî xwîşka xwe Ayşe can xeniqîbû hat dîtin.

Ayşe Cana 29 salî tevî birayê xwe Welatê 24 salî ku li Spanyayê dijîn, 23yê Çiriya Paşîn hatibûn kêleka bosphorûsê (tengava Stenbolê) da ku bigerin.

Piştî ku lingê Ayşeyê dişemite û dikeve deryayê, Welat jî ji bo ku wê rizgar bike xwe bera deryayê dide.

Lê her du xwişk û birayên ji Amedê li ber ava deryayê ketibûn û ji wê rojê ve bê serûşûn in.

Piştî lêgerîneke berfireh a bi çendîn hefteyan termê wan nehatibûn dîtin.

Li gor agahiyan îro li Kadikoyê hêzên ewlehiya peravan cenazeyek dît û wan cenaze bir Saziya Bijîşkî ya Dadê.

Piştî ku malbata Welat Can hat agahdarkirin, bavê her du ciwanan ji bo desta DNAyê bê kirin çû Stenbolê.

Li gorî agahiyên ku ji malbatê hatine wergirtin termê ku hatiye dîtin ê Welat Can e lê teqeziya wê dê piştî rapora diyar bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst