Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Edîrneyê ya Tirkiyeyê, 48 koçberên ku dixwestin biçin Ewropayê hatin desteserkirin.
Li gor zanyariyan hêzên ewlehiyê, di çarçoveya xebatên rêgirîkirina qaçaxçitiya koçberan li ser sînorê Tirkiye û Yunanistanê operasyonek kir.
Di operasyonê de li ser sînor 48 koçberên ku welatiyên Îran, Sûriye, Pakistan, Lîbya, Somalî û Senegalê bûn hatin desteserkirin.
Koçberên ku dixwestin biçin Ewropayê piştî karên fermî radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Edirneyê hatin kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse