Erdogan: Em dixwazin Rûsya jî dexlûdan hinarde bike

08-09-2022
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Rûsya Ukrayna Girêbesta Veguhestina Dexlûdanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan derbarê veguhestina dexlûdan û berhemên xorakê yên Ukraynayê  bi rêya Derya Reş ragihand ku ew dixwazin Rûsya jî weke Ukraynayê bi heman awayî berhemên dexlûdan hinardeyî bazarên cîhanê bike.

Serokê Rûsyayê Vlademîr Putîn derbarê proseya veguhastina genim û berhemên dexlûdan ên Ukraynayê bo bazarên cîhanê duh 7ê Îlona 2022ê de ragihandibû ku Ukrayna berhemên xwe ne  bo welatên hejar bo welatên  rojava û Ewropayê dişîne ku wan welatan dorpêçên aborî li ser welatê wî ferzkirine. Herwiha gotibû ew dê vê mijarê ligel Serokkomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan biaxive  ku bi beşdariya Tirkiye Rûsya û Ukraynayê ji bo hinardeya berhemên dexlûdan ên Ukraynayê bi rêya deryayê, li Stenbolê bi serperiştiya Neteweyên Yekbûyî di Hezîrana îsal de  rêkeftinek hatibû îmzekikin û navendeke hevbeş a hevehangiyê hatibû avakirin.

Recep Tayîp  Erdogan  îro 8ê Îlona 2022ê ku di çarçoveya serdanek fermî de li Hirvatîstanê bû piştî civîna ligel serokkomarê wî welatî û şandên herdû welatan di civîneke çapemeniyê de behsa gilî û gazinên Putîn kir.

Erdogan diyar kir ku  niha berhemên dexlûdan ên Rûsyayê bi rêya Derya Reş nayên hinardekirin kirin û got, “Mijarek heye ku birêz Putîn mafdar e. Ev berhemên dexlûdan ên tên hinardekirin, mixabin bo welatên dewlemend tên hinardekirin, ne bo welatên hejar.”

Serokkomarê Tirkiye dibêje “Di demekê de ku dorpêçên aborî li ser Rûsyayê berdewam in, tevî van dorpêçan hinardekirina dexlûdan bo wan welatan birêz Putîn aciz dike. Em dixwazin ku ji Rûsyayê jî hinardeya dexlûdan destpêbike.”

Armanca îmzekirina rêkeftina derbarê hinardeya dexlûdanê Ukraynayê ew bû ku rê li ber bihabûna zêde ya nirxên xorakê û birçîbûna  li welatên hejar  bê girtin.  Lê bi gotina Serokê Rûsyayê welatên Rojavayî û Ewropî berhemên dexlûdan ên Ukraynayê dikirin û ev jî li cîhanê dibe sedema bihabûna zêdetir a nirxan. Her ji ber vê yekê jî dibêje divê ew hinardeya berhemên xorakê ji Ukraynayê  bo welatên rojava û Ewropayê bê sînordarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst