Nêrîna şêniyên Stenbolê li ser berbijêriya Kemal Kiliçdaroglu çi ye?

08-03-2023
Ferdî Sak
Nêrîna şêniyên Stenbolê li ser berbijêriya Kemal Kiliçdaroglu çi ye?
Nêrîna şêniyên Stenbolê li ser berbijêriya Kemal Kiliçdaroglu çi ye?
Nîşan Kemal Kiliçdaroglu Stenbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xelkê bajarê Stenbolê ku hejmara wan digihêje 16 milyon kesan, van rojan li dora rojevekê dizîvirîn. Ew jî berbijêriya Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ye ji bo posta serokomariyê.

Hejmareke xelkê, bi ragihandina berbijêriya Kemal Kiliçdaroglu pir kêfxweş bûne û hêviyên wan bi dema pêş geş bûne. Ew dibêjin, 20 sal ji bo desthilatekê demek dirêj e û êdî dema guhertinê ye. Hinek jî dibêjin, Kiliçdaroglu ne ew kes e ku rikeberiya berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayîp Erdogan bike.

Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê rojeva sereke ya 16 milyon niştecihyên bajar berbijêriya Serokê CHPê ye. Beşeke welatiyan ji serkeftina Kemal Kiliçdaroglu bi hêvî ne.

Şêniya Stenbolê Çetinkaya got, “A rast ez bi erênî dibînim. 20 sal bo desthilatekê demek dirêj e. Ji ber wê jî guherîn pêwîst e. Ez di wê bawerê de me ku welat gelek hatiye cihêkirin. Ji ber vê jî hêza wî ya yekkirinê heye. Ez bawer dikim ku Kiliçdaroglu dê vê yekê pêk bîne.”

Tevî vê yekê jî hinek welatî reşbîn in. Bi nêrîna wan Kiliçdaroglu ne ew nav e  ku li hember berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayîp Erdogan biserbikeve.

Şêniyê Stenbolê Ozcan Saybak anî ziman, “Ez di wê baweriyê de me ku ciwan bi ti awayî naxwazin Kiliçdaroglu bibe berbijêr. Sedema vê yekê jî ew e ku dibêjin nikare Tayîp Erdogan têk bibe. Ji ber vê yekê jî ez di wê bawerê de me divê berbijêrek din bihata destnîşankirin. Bi nêrîna diviyabû Kiliçdaroglu nebibûya berbijêr.”

Serokên partiyên Hevpeymaniya Millet roja Dûşemê li ser berbijêriya Kemal Kiliçdaroglu lihev kirin lê nîgereniyên welatiyan ji wê hevpeymaniyê jî hene û dibêjin ti projeyeke wan  bo xelkê  nîne.

Şêniyê Stenbolê Mehmet Morkoç got, “Maseya 6 partiyan weke rojên komkirina zêran lêhatiye. Ti biryarek nayê dayîn. Wek wê malê lêhatiye ku jin li ser dicivin ecînê çêdikin û zêran kom dikin. Ti nûçeyek wan nîne û tiştekî  maseyê li ser medyayê nayê dîtin. Ti tiştek nîne ku hatibe kirin.”

66 roj ji bo hilbijartinên “çarenivîssaz” li pêşiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ne.

Hevrikiya Kemal Kiliçdaroglu ya li hember Recep Tayîp Erdogan  jî ne ewqas  hêsan e lewra Erdogan di du hilbijartinên dawî yên Serokkomariyê de du berbijêrên CHPê têk birine û partiya wî jî zêdetirî 20 sal in li ser desthilatê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst