Teqîna li Kolana Îstîklalê: 6 kes hatin berdan

13-11-2023
Nîşan Teqîna Îstîklalê Stenbol Berdan Girtî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji kesên ku di doza teqîna Kolana Îstîklalê de tên darizandin 6 kesên din jî hatin berdan.

Bi giştî 36 kes di vê dozê de tên darizandin ku 24 kes ji wan girtî ne.

Îro 6 kes din ên ku bi hinceta “pêwendiya wan bi teqîna Kolana Îstîklalê re heye” dihatin darizandin bi biryara dadgehê hatin berdan.

Roja 25ê Îlonê jî 3 kesên girtî yên bi vê dosyeyê dihatin darizandin bi biryara dadgehê hatibûn berdan.

13ê Çiriya Paşîna 2022an li kolana Îstîklalê ya navçeya Beyolguyê ya Stenbolê teqînek çêbû.

Di vê teqînê de 6 kesan canê xwe ji dest dabû û 99 kes jî birîndar bûbûn.

Tê gotin ku “ev teqîn ji aliyê welatiya Sûriyeyê ya bi navê Ahlam Albashir ve” hatiye kirin.

Ahlam Albashirî jî di nav de, bi giştî 36 kes bi hînceta pêwendiya bi vê teqînê re tên darizandin ku 24 kes ji wan girtî ne.

Îro di rûniştina dozê de, bi biryara dadgehê 6 kesên din jî hatin berdan û biryara girtî mayîna 18 kesên mayî hat dayîn.

Heyeta dadgehê bi biryara ku “dosye ji Serdozgeriya Komarê re bê şandin” rûniştina dozê bi paş xist.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst