Fahrettîn Koca: Hezar û 185 kes bi Coronayê ketin

07-08-2020
RÛDAW
Nîşan Fahrettîn Koca Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Coronavirus
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di rojekê de 1,185 kes bi Coronayê ketin û 15 kesan jî canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fahrettîn Koca li hejmara xwe ya Twitterê dawîn amarên taybet bi vîrusa Coronayê belav kirin.

Li gor amarên Koca belav kirine, di nava 24 demjimêran de 1,185 kes tûşî vîrusa Coronayê bûn.

Her li gor zanyariyên hatine belavkirin, di rojekê de 15 nexweşên Coronayê canê xwe ji dest dan û 1,028 kes jî ji wê vîrusê baş bûn.

Li gel dawîn amaran, heta niha li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, 238,450 kes bi vîrusa Coronayê ketine û ji wê hejmarê jî 5,813 kesan canê xwe ji dest dane û 221,574 kes jî baş bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst