Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 15ê Gulanê dibistan dê girtî bin

07-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyê Mahmut Ozer ragihand, roja piştî Hilbijartina Serokomarî û Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê ya Heyama 28em perwerde dê rojekê navberê bidê, ew dê îzna îdarî bidin mamosteyan.

Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyê Mahmut Ozer di weşana zindî ya TV 24ê de rojev nirxand û pirs bersivandin.

Ozer li ser pirsa piştî 14ê Gulanê roja yekşemê Hilbijartina Serokomarî û Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê ya Heyama 28em pêvajoya perwerdeyê li dibistanan got, "Li dibistanan sandoq dê werin danîn û mamoste jî dê tevî pêvajoyê bibin. Ji bo ku mamoste û xwendekar amadehiya xwe bikin roja piştî hilbijartinê em dê navberê bidin perwerdeyê.”

Mahmut Ozer hewiha eşkere kir ku ew dê wê rojê îzna îdarî bidin mamosteyan û got: “Perwerde dê di 16ê gulanê de dest pê bike."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst