Qaymeqamiya Beyogluyê çalakiyên 8ê Adarê qedexe kirin

07-03-2025
RÛDAW
Nîşan Qaymeqamiya Beyogluyê 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Beyogluyê ya Stenbolê çalakiyên 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî hatin qedexekirin.

Qaymeqamiya navçeya Beyogluyê ya Stenbolê berî Meşa Şevê ya Femînîstan a ji bo 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî, li Meydana Taksîmê, cadeya Îstîklalê û cadeya Siraselvîlerê hemû cure çalakî qedexe kirin.

8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî ye û jinên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di vê rojê bi çalakiyên cuda pîrozbahiyan dikin û balê dikişînin ser mafên jinan.

Jinên li Stenbolê jî her sal wekî nerîtekê 8ê Adarê saet derdora 19:30an li cadeya Siraselvîlerê ya Taksîmê  meşeke bi navê Meşa Şevê ya Femînîstan saz dikin û li ser torên civakî banga beşdariyê li jinan dikin.

Qaymeqamiya navçeya Beyogluyê ya Stenbolê îro di daxuyaniyekê de ragihand ku 8ê Adarê ji demjimêr 08:00ê û pê ve, heta 24 saetan hemû cure çalakiyên wekî meş, civîn, daxuyaniyên çapemeniyê, belavkirina belavokan û çalakiyên rûniştinê hatine qedexekirin.

Qaymeqamiyê di daxuyaniya xwe de anî ziman:

“Hatiye destnîşankirin ku ji ser hinek hesabên torên civakî bang hatiye kirin ku dê 8ê Adara saet 19:30an li Meydanê Taksîmê, cadeyên Îstîklal û Siraselvîlerê civîn çêbibin.

Hat nirxandin ku eger heye ew civîn bibin sedema têkdana aştiya civakî.

Ji ber vê yekê di çarçoveya Yasaya Meş û Civînan de li hemû qadên vekirî yên di îdareya Qaymeqamiya me de 8ê Adarê ji saet 08:00an û pê ve, 24 demjimêran hemû cure çalakiyên wekî meş, civîn, daxuyaniyên çapemeniyê, belavkirina belavokan û çalakiyên rûniştinê hatine qedexekirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst